‘Em ê hesabê qetlîama Roboskî bipirsîn’
Komîteya Ewropa ya TKP-ML 28’ê Kanûnê salvegera Qetlîama Roboskî şermezar kir û da diyarkirin ku wê hesab kujeran bixwazin.
Komîteya Ewropa ya TKP-ML 28’ê Kanûnê salvegera Qetlîama Roboskî şermezar kir û da diyarkirin ku wê hesab kujeran bixwazin.
Komîteya Ewropa ya TKP-ML daxuyaniyek nivîskî da û wiha got: “Dewleta Tirk a faşîst, çanda ku ji Osmaniyan dewir girtî bi qetlîamên nû bi rê ve biriye û hîna jî bi rê ve dibe. Di 28’ê Kanûna 2011’an de bi êrîşa balafirên F-16 a li ser Roboskî û di encama bombebarankirinê de 34 gundiyên Kurd qetilkirin. Ji 34 kesên hatî qetilkirin piranî zarok bûn. Dewleta Tirk carek din jî nîşan da ku bi vê qetlîamê bûn berdewamkerê qetlîamên Zîlan, Koçgirî, 33 Gule û Dêrsimê.
Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê bi berdewamî gelê Kurd qetil dike. Xakên Rojava dagir dike. Di şer û dagirkeriya ku ji aliyê emperyalistên wek Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) û Rusyayê ve hatî erêkirin de bi sedan welatparêz hatin qetilkirin. Dewleta Tirk ji bo mafê demokratîk yê Kurdan ji holê rake, çeteyên DAÎŞ’ê bi kar anî. Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kir. Tenê bi vê jî nema, ji bo ku mafên Kurdan yên hatî qezençkirin ji holê rake, di hindir û ji derveyî sînor de, êrîşî her cihê ku gelê Kurd lê heyî kir û hîna jî berdewam e. Di hindir de bi şandina balafirên ÎHA û SÎHA’yan qadên çiyayî yên gerîlayan xwe tê de bicih kirine bombebaran dike, Rojava, Başûrê Kurdistanê û Şengal jî ji aliyê desthilata faşîst ve kirine herêma şer. Bi fikra ‘Divê Şengal nebe Qendîla duyemîn’ Şengal kiriye armanc û bi armanca dagirkirina Qendîlê jî herêmên gerîla yên li Qendîl û Zapê bombebaran dike.
Gelê Kurd hîna jî li beramberî van qetlîam û zextên faşîstan li ber xwe dide. Girtiyên zindanan li hemberî tecrîdê greva birçîbûnê dane destpêkirin.
Rejîma Tirk ku di hindir û ji dervede ketî nava krîzekê de dixwaze bi êrîşkirina ser hêzên dijberî xwe derbaz bike. Em dizanin ku faşîzm wê bi têkoşîna hevpar û bi hev re bê hilweşandin. Em ê bi bilindkirina têkoşînê û bi dirûşmeya ‘Em ê faşîzmê hilweşînîn, Azadiyê qezenc bikin’ dawî li dagirkeriya faşîst bînin!”