'Em banga li gelê Kurd û dostan dikin ku tevlî meşa 11'ê Çileyê bibin'
Ji TJK-F'ê Done Guzel û endamê Dîwana KCDK-E'yê Mûrat Ceylan ji bo meşa 11'ê Çileyê banga tevlîbûnê kirin û gotin, "Xwedîderketina li şehîdan berpirsyariya me ye."
Ji TJK-F'ê Done Guzel û endamê Dîwana KCDK-E'yê Mûrat Ceylan ji bo meşa 11'ê Çileyê banga tevlîbûnê kirin û gotin, "Xwedîderketina li şehîdan berpirsyariya me ye."
Endama Tevgera Jinên Kurd ên Fransayê (TJK-F) Done Guzel û Endamê Dîwanê yê KCDK-yê Mûrat Ceylan, ji ber salvegera komkujiyên Parîsê bangî tevlîbûna li meşa 11’ê Çileyê kirin.
Done Guzelê komkujiyên Parîsê û têkoşîna jinan nirxandin û got “Sala 2013’an pêvajoya aştiyê hebû, bi Rêbertî re hevdîtin zêde bibûn û ji bo tevgera Kurdan salake girîng bû. Di serdemeke wiha de heval Sakîne, Rojbîn û Ronahî 9’ê Çileya 2013’a hatin hedefgirtin.”
Done, yek ji sedemên hedefgirtina Sakîne wiha got: “Dema em li nasnameya heval Sakîneyê dinêrin dibînin ku ew PKK ye, tevgera Jinên Kurd e. Loma mirov dikare bibêje di hedefê de tevgera me û Tevgera Jinên Kurd hebûye.
Her wiha di wê serdemê pêvajoya Rojavayê dest pê dikir ku tevgera jinan di warê xweparastinê de bi pêş diket. Xweparastin esas hinekî Heval Sakîneyê pênase dike û yek ji pêşengên PKK’ê yên serdema ewil e. Loma dema me ev hemû li ber çavan girtin, hilbijartina heval Sakîneyê ne hilbijartineke jirêzê bû.
Dîsa Rêbertî di wê serdême de ji bo heval Sakîne dibêje “Ha Sakîne kuştine ha ez!” Tişta ku Rêbertî dixwest bibêje hedefgirtina tevgera me bû. Loma wî wek qetlîameke jirêzê nenirxand.
Dema ku mirov li pêşvrçûna Tevgera Jinên Kurd dinêre 1976’an bi heval Sakîne dest pê dike, 1980’yan bi berxwedana zindanê didome û 1990’an de hema bêje di hemû pêvajoyên avabûna tevgera jinan de cih girtiye.
Heval Rojbîn li ser navê dîplomasiya jinan keseke giring bû. Wê serdemê li Fransa û Ewropayê tevgera jinan bêhtir dihat naskirin û digiheşt asteke cîhanî. Nîqaşên li ser jîneolojî û jiyana hevseriyê ya azad nû dest pê kiribûn û heval Rojbînê jî pêşengiya vê dikir. Û yek ji pêşengên ciwanan heval Ronahî, temsîla gotina ‘Me bi ciwanî dest pê kir em ê bi ciwanî bidomînin’ bû. Loma hilbijartina her sê hevalên jin ne hilbijartineke jirêzê bû. Çêbûna du qetlîman nêzîkatiya dewletên Ewropî nîşan dide. Çinku heval Evînê jî 32 salên xwe bi têkoşînê derbas kiribû. Heval Evînê di hemû pêvajoyên tevgerê û Kobanê de cih girtiye û tevgera jinan bi cîhanê daye nasandin.
‘HEDEF MEJIYÊ TEVGERA JINÊN KURD BÛ’
Dema heval Evîn hat vê derê dewleta Fransayê dizanî ka ji ku hatiye. Loma di her du qetlîaman de jî mejiyê Tevgera Jinên Kurd hatiye hedefgirtin. Tevgera Jinên Kurd Îro jî hedef e. Çinku li tevahiya cîhanê hêviyek afirandiye. Yek ji mîratgirên Şoreşa Jinan a Rojavayê heval Evîn e. Loma hilbijartina wê jş ne jirêzê ye.
Heger qetlîama ewil bihata ronîkirin, dewleta Fransayê biryara nepeniyê nedabûya, qetlîama duyem çênedibû. Ev nîşaneya helwesta hevpar a dewletên Ewropî ya li Tevgera Jinên Kurd û Tevgera Kurd e.
Dema em li pêvajoya komploya li dijî Rêbertî ya 1999’an û têkoşîna 50 salane dinêrin, dewletên Ewropayî di vê xalê de xwedî bandor in. Ji ber berjewendiyên aborî yên bi Tirkiyeyê re Elmanya, Fransa û Îngiltere pêşengiya vê dikin.
‘TÊKOŞÎN QETLÎAMAN VALA DERDIXE’
Ji sala 2013’an û vir ve, gelê Kurd û jinên Kurd her du qetlîaman jî vala derdixînin. Wek Tevgera Jinên Kurd ên Ewropayê me tenê çalakî nekirin, me hewl da em paradîgmaya Rêbertî li hemû cîhanê belav bikin.
Her wiha me ji bo ronîkirina qetlîaman bi dehan meş li dar xistin. 11’ê Çileyê meşeke din heye. Ev pênc sal in çalakiyên me bênavber didomin.
Ji bo her du qetlşaman me got “Dê tola me bi şoreşê be”. Bi ya min wek Tevgera Jinên Kurd em niha li merheyeke giring in. Bi taybet dema em li Şoreşa Rojavayê dinêrin em vê yekê dibînin. Hiş û aqilê hemû gelan li ser Rojavayê ye. Bi ya min ev serkeftineke gelek mezin e.”
'JI MEŞA 11'Ê ÇILEYÊ RE BANGAWAZÎ'
Ji aliyê şi-orasa jinê ve, nexasim ji aliyê paradîgmaya Rêbertî ve ez dikarim bêjim ku me bandor û îlhamek pir baş çêkir. Me mesa 11'ê Çilê jî wiha nîqaş kir: ev di heman demê de êrîşên li hemberî Rojava bersivek e. em carekê din ji dewleta Fransayê re vê dibêjin: pêwîste li hemberî herdu komkujiyan nêzîkatiya xwe li ber çavan derbas bike. Di derbarê komkujiya duyemîn de em daxwaza xwe ya ketina dewrê ya dozgeriya Fransayê dubare dikin. Me di vê mijarê de kampanyayekê name şandin da destpê kirin. Ew kampanyayê me didome.
Em ê fînala çalakiyan di 11'ê Çilê de bikin. Di serî de jin zarokê wan jî tê de gelê Kurd, dostê wan û ciwanên Kurd vedixwînin. Bi taybetî em hestiyariya gelê Parîsê ya li hemberî vê komkujiyê dizanin. Him di komkujiya yekemîm de him jî di komkujiya duyemîn de refleksên girîng ên gelê Parîsê çêbûbûn. Ji berk u ev komkujî nehatin ronîkirin, em dubare bang dikin bila wê refleksê dubare nîşan bidin. Em dixwazin ji şoreş û berxwedana Rojava re silavên xwe bişînin."
'PÊWÎSTE EM LAYIQÎ RÊBER APO Û GERÎLA BIBIN'
Endamê Dîwana KCDK-E Mûrat Ceylan jî ev anîn ziman: "Ez heval Sara, Rojbîn, Ronahî, Evîn, Abdurrahman û Mîr bi rêzdarî bibîr tînim. Yên ku komkujî pêk anîne û bêdengiya wezareta Dadê yê Fransayê jî şermezar dikim. Soz didin ku em ê têkoşîna di salvegra 12'emîn de komkujiya Parîsê ya yekemîn û di salvegera 2'emîn de jî şehîdên Parîsê ya komkujiya duyemîn mezin bikin û armancê wan bigihînin serkeftinê. Komkujiyên ku çêbûn perçeyç konseptekê bû. Hêzên ku Kurdistanê perçe kirin û dewleta Tirk, di salên 2013 û 2022'an de li Parîsê dubare zihniyeta xwe dan der. Di şexsê 6 hevalên ku hatin qetilkirin de li hemberî gelê Kurd êrîş pêk hat. Em wek gelê Kurd rastî komkujiyê hatin. Her çendî em di salên 2013 û 2022'an de rastî komkujiyê hatibin jî, di bingeha van komkujiyan de zihniyeta Lozanê heye. Lewre peymana Lozanê li pêş statuya gelê Kurd buye asteng û di vê zihniyetê de israr kiriye. Li ser înkar û tunekirina gel Kurd hatiye avakirin. Ev nepejirandina nasnameya gelê Kurd e. her çendî dem bi dem rêbazên xwe guhertibin jî zihniyeta wan neguherî. Di sala 1993'an de bi polîtîkayên krîmînalîzasyonê destpê kirin. Di sale 1999'an de jî bi komploya navnetewî berdewam kirin. Bi çekên kîmyewî yên li hemberî gerîlayê Kurdistanê bikar anîn re jî vê zihniyeta xwe dan der. Îro jî, bi destê dewleta Tirk, bi çekên NATO'yê re li Rojava komkujî pêk tînin. hêzên ku komploya navnetewî pêkanîn, çawa ku ev 26 sal in li hemberî Rêber Apo polîtîkayê tecrîtê pêk tine û vê esaretê didomîne, hêzên ku li Parîsê komkujî pêkanîn jî heman hêz in. Ji ber vê piştî 10 sal em li Parîsê carekê din hatin qetilkirin. Ji sale 1993'an vir ve bi hezaran siyasetmedarên Kurd hatin teşhîrkirin û girtin.
Mirovên ku ji Kurdistanê hatine Ewrûpayê ji ber zilm û polîtîkayê qirkirinê ya dewleta Tirk berê xwe dan Ewrûpayê û di bin sîvana zaginên ku Ewrûpa esas girtiyê de xwe diparastin. Lê belê dewşetên Ewrûpayê me wek qurban da dewleta Tirk a ku dijminê gelê Kurd e. Ligel ku daxuyaniyên dewleta Tirk û MÎT'ê, bi kujeran re hevdîtînê wan, qebûlkirina pêkanîna komkujiyê jî tê zanîn, dewleta Fransayê komkujiya yekemîn hîn ronî nekiriye. Li pey re jî komkujiya duyemîn hate jiyandin.
Ligel ku kesên komkujî plankirin derketin hole jî, dewleta Fransayê ji bo hesab ji sucdaran were pirsîn gavek neavêt. Birastî jî dewleta FRansayê yak u di komkujiya yekemîn de gav neavêt, bû sedem ku komkujiya duyemîn pêk were. Çîroka komkujiya duyemîn jî ji yekemîn ne cudatir e. Hewl didin gel û raya giştî bixepînin, lê raya giştî ya Fransayê û gelê Kurd dizane ku komkujiya duyemîn ji aliyê nîjatperestek ve nehat pêkanîn. Li pişt vî kujerî hêzên tarî, dijminê gelê Kurd heye. Ji ber vê gelê Kurd di komkujiya duyemîn a Parîsê de berteka xwe nîşan da. Lê belê dewleta Fransayê bi israrê ku ji komkujiyê heab neyê pirsîn. Ji dewleta Fransayê re, ji aliyên çepgir, rastgir, nîjatperest, liberal, kapîtalîst, komunîst jî bang dikin ku nêzîkatiya wan a li hemberî gelê Kurd çawa ye bila xebatekî anketê were kirin. Baweriya me heye ku civaka Fransayê xwe ji gelê Kurd û têkoşîna ku hevrê Evîn meşandî re deyndar dibîne. Ji berk u ev komkujî bi destê DAÎŞ'ê ku ji Rojhilata Navîn hatiye Fransayê ve hatibû kirin. DAÎŞ girêdayî dewleta Tirk e. Ji ber vê komkujiyekî ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatibû kirin e. Lê Fransa dixwaze ev razê dewleta Tirk bidome û ji vî alî ve refê xwe diyar kir. Bi israrê ku komkujiya duyemîn wek siyasî negire dest.
Em Kurdistanî dizanin ku herdu komkuya Parîsê jî êrîşekê terorî ya li hemberî gelê Kurd hatiye kirin e. Fransa jî vê dizane. Heger Fransa di vê de xwedî israr be, em dixwazin pirskin: li pêşerojê dixwazin gelê Kurd û siyasetmedarê wan bi kijan rêbazan qetil bikin? Welatê Fransayê navenda êrîşên siyasî ye.
Di pêvajoyê salvegera komkujiyan de bi Rêber Apo re hevdîtin didomin. Berxwedana gelê Kurd a bi hemleya, 'ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî' re meşandiye hîşt ku bi Rêber Apo re hevdîtîn çêbibin. Pêwîste em layiqî berxwedana Rêber Apo, gerîlayên Kurdistanê, berxwederên Rojava û hevalên şehîd bibin û li gorî armancê wan tevbigerin. Dewletên kujer, xwestin bi van komkujiyan têkoşîna gelê Kurd qels bikin û gav paş de bidin avêtin. Heta hemleya azadiyê encamp bigire em ê têkoşîna xwe bilinda bikin. Bi teşhîrkirina kujerên komkujiya Parîsê em ê xwedî li şehîdên xwe derkevin.
'EM TEVLÎ MEŞÊ BIBIN, JI KUJERAN HESAB BIPIRSIN'
Em ê bi dirûşmeya 'Kujer diyar in, dewleta Fransayê çima bêdeng e?' re di 11'ê Çilê de li Gare Du Norde bin. Em gelê Kurd û dostê wan, dostên me yên ku li Fransayê jiyan dikin, taybetî jî kesên ku li Parîs û derdora wê jiyan dike vedixwînin meşê. Em nikarin weke berê bijîn. Ji kujeran hesab pirsîn deynê me yê rûmetê ye. Pêwîste em têkoşîna şehîdan bilind bikin. Di salekê ku li hemberî destkeftiyên gelê Kurd êrîş hene de sekna me ya 11'ê Çileyê wê destê Rêber Apo xurt bike, wê bibe dengê gerîlayê Kurdistanê û berxwedana Rojava. Gelê me yê Ewrûpayê bikare vê seknê pêk bîne, wê were wateyê ku erk û berpirsyariyên xwe bi cih aniye. Xwedî li şehîdên xwe derketin, di 11'ê Çilê de xwedîderketinê xurtkirin deynê me yê rûmetê ye. Pêwîste dijminên gelê Kurd carekê din fêm bikin ku teqez wê ji kujeran hesab were pirsîn. Di vê çarçoveyê de gelê me yê welatparêz û dostê wan di 11'ê Çilê de pêwîste karên xwe deynin aliyekî û di saet 10'an de li Gare Du Norde de bibin. Em ê di 11'ê Çilê de bibin dengê heval Sakîne, Rojbîn, Fîdan, Evîn, Abdurrahman û Mîr."