Elmanya: Sepana hişyariyê ya korona wê bi Kurdî nebe

Sepana hişyariyê ya korona ku li Elmanya li dijî hêla vîrûsa koronayê bi çarçoweya tevdîrê hatî hazirkirin û heta niha li gelek zimanan hatî wergerandandin (Corona-Warn-App) bi hinceteke skandal hate gotin bi Kurdî nabe.

Li Elmanyayê bi çarçoweya tevdîrên dijî Covîd-19'ê dema ku rastî li kesên ku testa wan pozîtîf hat agahdarî dide û wiha pêşî li berbelavbûna vîrûsê digire (Corona-Warnn-Appp) Hezîrana bihurî sazkar bûbû.

Sepana ku bi Hikûmeta Federal bi fonan hazir kriî heta niha bi Tirkî, Bulgarî, Polonî, Romenî û gelek zimana xizmet daye. Partiya Keskan a muxalîet ji bo ku ciwabê bide pirs ji Meclîsa Federal kir bê ka di vê sepanê de wê xizmeta bi Kurdî hebe yan na.

Li ser navê hikûmetê Wezareta Tendiristiyê dema ku ciwab da pirsa Keskan ragihand ti plansaziya wan nîne ku bi Kurdî jî xizmetê bidin. Sedema wê jî wiha ragihand wergera sepanê ya li zimanekî dî 250 hezar Euro mesref dike. Di eynî ciwabê de hate gotin sepana navborî di rojên pêş de wê li Erebî û Rûsî jî were wergerandin.

ZIMANÊ KURDÎ TINE DIHESIBÎNIN

Hikûmetê her wiha diyar kir malperya înternetê ya bi navê https://www.zusammengegencorona.de/ ku ji bo gel agahdar bike hatî hazirkirin jî wê bi Kurdî nebe, bi Elmanî, Rûsî, Tirkî û Ingilîzî be.

Li Elmanayê li gel ku ji 1 milyonî zêdetir Kurd dijîn jî Hikûmeta Federal gelek caran Kurdî tine dihesibîne. Mehên bihurî jî broşûrên têkilî tevdîrên li dijî koronayê ku bi 20 zimanan hatibû hazirkirin bi Kurdî nehatibû hazirkirin.

Peywirdarê Entegrastonê yê Hikûmeta Federal Annette Wîdmann-Mauz li ser rexneya ''Li gel ku nifûsa Kurdan pir e jî çima bi Kurdî nehatine hazirkirin?'', goti ,''Jixwe Kurd bi Tirkî, Erebî, Farsî dizanin, hewceyî pê nîne ku bi Kurdî jî werin hazirkirin.''