Eleqeyek zêde ji bo pirtûka nivîskarê Elman a ‘Ocalan’ tê dayîn

Çapa yekem a pirtûka rojnamevan-nivîskarê Elman a ‘bi navê ‘Ketina modernîteya kapitalîst: famkirina felsefeya siyaseta Abdullah Ocalan’ di nava çend hefteyan de qediya.

Pirtûka rojnamevan-nivîskarê Elman a ‘bi navê ‘Ketina modernîteya kapitalîst: famkirina felsefeya siyaseta Abdullah Ocalan’ di meha Mijdara borî de gihiştibû ber destê xwendekaran.

Pirtûka ku ji weşanxaneya Unrast-Vergale (Weşanên Ûnrast) derket, yek ji pirtûka yekem a Elman ku xwedî wê taybetmendiyê ye ku cîhana raman û hizrê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li xwe digire ye.

Li Elmanya Schaber ê yek ji kesên ku cih li gel têkoşîn azadiya Gelê Kurd digire ye, vê pirtûkê bi rengekî yên bixwazin fêrî raman û dîsa hizrê Abdullah Ocalan mereq dikin weke destpêkekê ye.

‘ELEQ NE JI BO MIN JI BO OCALAN E’

Li gorî agahiyên Weşanên Ûnrastê çapa yekem di nava çend hefteyan de qediya. Rayedarên weşanê diyarkirin ku çapa duyemîn a pirtûkê wê di nava rojên borî de bigihêje ber destê xwendekaran, dîsa anî ziman ku ji vê eleqeyê pir şaşmayî mane.

Nivîskarê pirtûkê Peter Schaber li ser eleqeya zêde ya pirtûkê ji ANF’ê re axivî.

Sachaber anî ziman ku di demeke kin de nemayîna çapa yekem ne ji ber wî ye û got: “Eleqeye ewqas mezin nîşandan vê pirtûkê nîşana wê yekê ye ku her roja diçe elqeya ji bo ramanên Ocalan dide nîşandane.”

Schaber ê yek ji kesên ku ji nêzîk ve têkoşîna gelê Kurd a li Elmanyayê dişopîne, sedemê nivîsîna vê pirtûkê rojên borî wiha ji ANF’ê re nirxandibû:

“Di serî de li Elmanya gelek derdorên navneteweyî dixwestin ku tevgera Kurd binasin. Mixabin pirtûkên têkildarî îdeolojiya vê tevgerê pir stûr bûn. Min jî ji bo yên bixwazin vê tevgera Kurd binasin û weke destpêkekê di vê çarçoveyê de ev pirtûk nivîsand."