Ebdî: Piştevaniya Kurdan neyê kirin wê DAÎŞ bi hêz bibe

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mezlûm Ebdî anî ziman ku piştî Kurdan çeteyên DAÎŞ’ê têk birin û şûnde hate hîskirin ku cîhanê pişta xwe daye wan. Ebdî hişyariya ku dibe DAÎŞ bi hêz bibe, kir.

Nûçegihana Radyoya Dewleta Swîsre (Sr) a Navneteweyî Cecîllîa Ûden li gel Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî hevpeyvînek kir. Ebdî rexne li welatên ku li hember bûyerên li Bakur û Rojhilatê Sûriye diqewimin bêdeng in û ji bo ji nû ve avakirina welat bi qasî pêwîst destek nadin, kirin.

Ûdden diyar kir ku Abdî aniye ziman piştî ku şer qediya lê ya zemhet hê li rojevê ye û Kurd ketine wê hîsê ku cîhanê pişta xwe daye wan.

Ebdî bibîr xist ku şerê îdeolojîk ê li gel şerê leşkerî yê bi DAÎŞ’ê re hê bihêztire, diyar kir ku pêwîstî bi dem, çavkanî û angajmana heye û got: “Dewleta Îslamê pirsgirêka hevpar a cîhanê û têkoşînkirina bi cîhana ramanê ya dewleta Îslamê re di berjewendiyê her kesê de ye.”

Ebdî anî ziman ku piştî şer Hêzên Sûriyeya Demokratîk bi armanca çeteyên DAÎŞ’ê û zarokên wan ji Îslama sexte rizgar bikin, xebat dane destpêkirin û li ser vê yekê jî agahî parve kir. Ebdî diyar kir li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo çeteyên DAÎŞ’ê ji raman redîkal paqij bikin, wê 16 navendên nû ava bikin.  

HIŞYARIYA DIBE ‘DAÎŞ BI HÊZ’ BIBE

Ebdî bal kişand ku ji bo jin, zarok û girtiyên din pêwîstî bi navendên nû hene bên avakirin, diyar kir ku ji bo vê jî Kurd ne xwedî çavkanî û pisporên ji bo vê pêwîst in. Ebdî anî ziman ku pêwîstiyên gel ên mîna kar, xizmetên civakî, elektirîk, av neyên pêşwazîkirin hişyarî kir ku dibe çeteyên DAÎŞ’ê ji nû ve bihêz bibin.

Ûdden anî ziman ku Ebdî yê 53 salî generaleke ku çeteyên DAÎŞ’ê têk biriye, çeteyên DAÎŞ'ê li warê Ebdî Kobanê tar û mar bûn, rizgariya Kobanê jî destpêka serdemekê bû.