Dusseldorfê peyama ‘Dest nedin şaredariyên me’ da

Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê hatin ba hev desteserkirina şaredariyên HDP’ê ya ji aliyê rejîma AKP/MHP’ê ve protesto kirin.

Bi tevlîbûna hezaran kesî meş ji navenda bajar saet 14:30’ê destpê kir. Di meşê de bê navber dirûşmên ku rejîma AKP/MHP’ê şermezar kirin û piştî meşê mîtîngek hate kirin.

Di mîtîngê de bê navber dirûşmên ‘Bijî HDP’, ‘Berxwedan Jiyan’ û ‘Bijî Serok Apo’ hate qîrkirin. Di mîtîngê de nûnerên FED-MED, YJKE, Tevgera Ciwanên Şoreşger, HDP, ATÎK, Aveg-KON axivîn.

Hevserokê FED-MED’ê Engîn Sever diyar kir ku AKP/MHP’ê bi polîtîkayên şer bersiva peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ‘Ez ji aştiyê re amade me’ ku bi rêya parêzeran hate belavkirin, da.

Nûnerê HDP’ê Riza Pîr jî diyar kir ku divê dewletê Ewropa vê polîtîkaya desteserkirina şaredariyên Kurd a ji aliyê faşîzma AKP/MHP’ê ve hatiye kirin bibînin. Pîr got divê li dijî vê guşaran danin ser Tirkiyeyê.

Nûnerê ATÎK’ê jî destnîşan kir ku li dijî polîtîkayên zextê û desteserkirina şaredariyan wê her roj li qadna bin.