Derya Çelîk ji Partiya Sosyalîst û Sevgî Koyûncû jî j Partiya Karkeran a Swîsreyê (POP) bûne berendam.
Derya Çelîk di salên 1990’î de ji ber sedemên polîtîk koçî Swîsreyê kiriye, li Lozanê li ser pirsgirêkên jinan û koçberan xebat kiriye. Çelîk ji ANF’ê re axivî û got: “Ji salên 1990’î de ji ber nasnameya xwe ya Kurdbûnê li ser pirsgirêkên koçberên ji Tirkiye û Kurdistanê di astên cihê yên siyaseta Swîsreyê de ez xebîtim. Ji bo bi nasnameya xwe ya Kurd, jin, koçber û dayiktiyê min xwest li ez bajarê xwe bibim rêveber. Ez bawer im wê Kurdistanî di serî de jin û ciwan piştgiriyê bidin min.”
Sevgî Koyûncû jî 13 sal in li Lozanê dijî û perwerdekara zarokan e. Koyûncû di Platforma Greva Jinan a Swîsreyê de çalak e û ji bo mafên jinan têdikoşe. Koyûncû derbarê projeyên wan ên li ser jin û koçberan got: “Bi dînamîka ku berxwedêriya jinên Kurd ava kiriye, me girîngî daye ser pirsgirêkên jin û koçberan. Partiya min POP heta niha ji bo Kurdên li dîasporayê û ji bo tevgerên koçberan xebatên erênî kir. Em her du jinên Kurd ji partiyên cihê bûbûn berendam jî, em yeko yeko li deriyê mirovan dixin û ji wan re qala projeyên xwe dikin.”