Dr. Nûreddîn Zaza li ser gora xwe hate bibîranîn

Zimanzan, dîroknas, nivîskar û siyasetmedarê Kurd Dr. Nûreddîn Zaza yêsala 1988’an li bajarê Lozan ê Swîsreyê li sirgûnê dijiya, li ser gora xwe ya li Lozanê hate bibîranîn.

Nûreddîn Zaza yê di sala 1919’an de li navçeya Maden a Xarpêtê hate dinê û piştî Serhildana Şêx Seîd û şûnde neçar ma ku koçberî Rojava bibe, serok û yek ji damezrênerê Partiya Demokratîk a Kurdistan a Sûriye (PDK-S) jî bû.

Bîranîn ji aliyê komîsyona çanda Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Lozan (CDK-Lozan) ve pêk hat.

Di bîranînê de li ser kerd û rola Nûreddîn Zaza ya ji bo zimanê Kurd, çand û yekîtiya Kurdî û dîsa têkoşîna wî ya li sirûgûnê axaftin hatin kirin.

Piştî serdana li gora Zaza, serdana gora rewşenbîr û siyasetmedarê Kurd Îsmet Şerîf Wanî jî hate kirin.