Dr. Gulşen: Divê her kes guh bide dengê me!
Çalakiyên grevên birçîbûnê yên bêdem-bêdorveger ên bi pêşengtiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven bi hezaran kes li girtîgehên Tirkiyeyê û gelek deveran destpêkiriye, bi biryardarî dewam dike.
Çalakiyên grevên birçîbûnê yên bêdem-bêdorveger ên bi pêşengtiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven bi hezaran kes li girtîgehên Tirkiyeyê û gelek deveran destpêkiriye, bi biryardarî dewam dike.
Greva birçîbûnê ya li bajarê Strasboûrg a Fransa 17’ê Kanûna 2018’an destpêkiribû di roja 92’an de ye. Çalakvanên grevê hatin kontrolkirin.
Dr. Fahrettîn Gulşen anî ziman ku pirsgirêkên ku bi demê destpêkê re derketin her diçe pirsgirêkên cidî yên tenduristiyê bi xwe re tîne, rewşa dawî ya tenduristiyê ya çalakvanan nirxand.
Dr. Gulşen pirsgirêknê çalakvanan wiha rêz kir: “Êşa serî, kêm dîtin, kêm bihîstin, çingîna guh, enfeksyonên difin û qirikê, êşa zik, negirtina vexwarekan, ketina tansyonê, kêmbûna nebzê, enfeksyonên grîbal, helîna laş, zêde kêbûna kêloyan, hesasyeta li himber bêhnê û xwe li xwe negirtin. Girêdayî vê rewşê her diçe çalakvan mehkûmî ketina li ser text dibe.”
XWE LI SER LINGAN NIKARIN BIGIRIN
Dr. Gulşen anî ziman her diçe rewşa çalakvanan xirab dibe û îşaret bi gihiştina asta herî krîtîk da. Dr. Gulşen anî ziman ku êdî çalakvan nikarin xwe li ser lingan bigire. Dr. Gulşen got: “Dema çalakvan radibin ser lingan nebza wan bilind dibe. Xwe li ser lingan nikarin bikirin, bi xeteriya ketinê re rû bi rû dimînin. Ji bo xwe bigirin, xwe bi textê xwe yan dîwar digirin. Bi alîkariya hinekan dikarin pêwîstiyên xwe yên rojan e pêk bînin. Di roja 92’an a grevê de, tê wateya di pêvajoya krîtîk a her kêlî ya mirinê de ne.
Dr. Gulşen anî ziman ku pirsgirêkên berê diyar kiribû her diçe zêde dibe. Dr. Gulşen got: “Yek ji van pirsgirêkan a herî mezin bêxewî ye. Çalakvan êdî nikarin rakevin. Ji ber ku nikarin rakevin destekên tibî yên cihê jî êdî bi kêr nayên. Her diçe aliyê hestî yê çalakvanan pêş dikeve. Ev jî bi lewazbûna sinirên sîstemê re xwe dide der.
‘LÊDANA DIL A NE YEKSAN RÊ LI BER MIRINÊ VEDIKE’
Dr. Fahrettîn Gulşen diyar kir ku yek ji pirsgirêkên din ên sereke lêdana dil a nizim û bilind e. Dr. Gulşen got: “Çalakvanê ku lêdana dil li ser 100’ê re serêşiya zêde, nearamî, bêtaqetî, fikarên pîskolojîk derdikevin. Di çalakvanên nebza wan bilind dibe de jî bandorên neyînî xwe didin der. Hema bêje lêdana dil a ne bi yeksan li gel hemû çalakvanan peyda bûye. Di kontorên nava rojê me kirî de ev pirsgirêk xwe pir daye pêş. Lêdana dil a ne yeksan yek ji pirsgirêkên sereke ye ku rê li ber mirina çalakvana vedike ye. “
Dr. Gulşen destnîşan kir ku gurçik û kezebê êdî erka xwe bi cih naîne got: “Ev hemû nîşane me ditirsîne. Kêmbûna enerjiya leş rê li ber helandina bedenê vedike. “
Dr. Gulşen anî ziman ku ev pirsgirêk bi derbasbûna demê re wê hê girantir bibin û got: “Çalakvan êdî digirtina vexwartekan de pirsgirêkên cidî dijî, ev jî yek ji nîşaneyên ku herî zêde tirsê ji bo me dide çêkirine.”
‘DIVÊ GUH BÊ DAYÎNA BANGA ME’
Dr. Fahrettîn Gulşen bibîr xist ku dema van hemû pirsgirêkan mirov bigire dest, dide nîşandan ku wê rojên pêş pirsgirêkên cidî derkevin pêş. Dr. Gulşen got em bi fikar in û guman in, divê saziyên navneteweyî û gelê Kurd û dostên wan guh bidin bangên me.”