Doza Tûzak a li hemberî polîsên Elman bi ser ket

Tûzak ê ji bo ku di meşekê li Koln a Elmanyayê cilê ku wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser li xwe kiribû, polîsan di derbarê wî de doz vekiribûn. Doza Tûzak bi ser ket.

Li Dûîsbûrg a Elmanyayê Mûstefa Tûzak ê di dema ku bi helwesta bidawî anîna tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ketibû greva birçîbûnê û heman demê bi cilê ku wêneyê Rêberê Gelê Kurd li ser 13’ê Çileya 2019’an tevlî meşekê bûyî, ji aliyê polîsan ve heman rojê hatibû destgîrkirin û di derbarê wî de doz hatibû vekirin. Rûniştina doza wî îro li Kolna Elmanyayê pêk hat.

Tûzak di dema hatî destgîrkirin de polîsan tundî li hember wî bikar anîbû.

Parêzer Yener Sozer a ku di rûniştinê de axivî, diyar kir ku meş bi giştî yasayî bû û ew tu wateyê nadin ku çima polîs wisan tevger kirin.

Sozen got: “Di dawiyê de edaletê cihê xwe girt û me doza li hemberî polîsên Elman bi ser xist.”