Doza Kûmpasê ya Kobanê li Cenevreyê hat protestokirin
Cezayên bi sedan salan ên di Doza Kûmpasê ya Kobanê de li siyasetmedaran hatiye birîn, li pêşiya avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Cenevreyê hate protestokirin.
Cezayên bi sedan salan ên di Doza Kûmpasê ya Kobanê de li siyasetmedaran hatiye birîn, li pêşiya avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Cenevreyê hate protestokirin.
Çalakiya rûniştinê ya gelê Kurd di çarçoveya pêngava “Dem dema azadiyê ye” de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li pêşiya Ofîsa NY a li bajarê Cenevre yê Swîsreyê didomîne, di hefteya 41’emîn de ye.
Di çalakiya vê hefteyê de ku ji 25’ê Çileya 2021’ê ve didome, cezayên di Doza Kobanê de li siyasetmedarên Kurd û soyalîstan re hatin dayîn, hatin protestokirin.
Çalakî bi deqeyekê rêzgirtinê ji bo şehîdên Meha Gulanê destpê kir. Piştre li ser navê Komîteya Ji Abdullah Ocalan re Azadî Rodî Semsûr daxuyaniya çapemeniyê xwend.
Rodî Semsûr diyar kir ku zêdeyî 38 meh in tu agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin û anî ziman ku ev êşkenceya tecrîdê di şexsê Abdullah Ocalan de li hemû gelên Kurdistanê, Rojhilata Navîn û gelên demokrat ên cîhanê tê pêkanîn.
Rodî Semsûr destnîşan kir ku Kurdistanî wê êşkenceya tecrîdê qebûl nekin û bang li Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Ewropayê (CPT) kir ku li hemberî tecrîdê berpirsyariyên xwe bi cih bînin.
Rodî Semsûr serkeftina li Kobanê ya li dijî çeteyên DAÎŞ’ê ku dewleta Tirk a dagirker jî hevkariyê kir, bi bîr xist û wiha got: “Di dadgehên sexte de ku li hemberî serkeftina dîrokî ku zarokên gelê Kurd bi dest xistin, hatin avakirin siyasetmedarên gelê Kurdistan û Tirkiyeyê hatin girtin.”
Piştî axaftinên Semsûr Kurdistanî çalakiya xwe ya rûniştinê domandin.