Dîwana Hevserokatiya KCDK-E’yê ya ku daxuyaniyek nivîskî dayî ev diyar kir; “Kedkarê têkoşîna azadiya Kurd Alî Yavrû (Xebat Sîverek) jiyana xwe ji dest da.
Di tevahiya jiyana xwe de ji bo têkoşîna azadiya Kurd ked daye, di wê oxirê de li girtîgehan maye, Xebat Sîverek li nexweşxaneya ku lê tedawiya nexweşiya penceşêrê dibû, jiyana xwe ji dest da. Heman demê berxwedanvanek ê girtîgehê Alî Yavrû (Xebat Sîverek), ji aliyê gelê me ve xwedî kesayektek nimûne tê hezkirin û hesibandine.”
KCDK-E’yê diyar kir ku wê roja 9’ê Nîsanê Înê cenazeyê Xebat Sîverek bibin Tirkiyeyê li goristana Tarsûsê ya ku gora bavê wî lê ye bispêrin axê.
Herî dawî KCDK-E’yê di dawiya daxuyaniya xwe de sersaxî ji malbat û hemû gelê Kurdistanê re xwest.