Alî Yavrû li sirgûnê jiyana xwe ji dest da

Alî Yavrû ku di nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurd de kedeke mezin da, li sirgûnê jiyana xwe ji dest da.

Ji berxwedêrên zindanê Alî Yavrû (Xebat Sîverek) ku li nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurd demeke dirêj ked da, ji ber nexweşiya kanserê jiyana xwe ji dest da.

Alî Yavrû yê sala 1955'an li navçeya Sêwereg a Rihayê ji dayik bû, ji sala 1977'an û pê ve di nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurd de ked da. Bavê 6 zarokan Yavrû ji doza PKK'ê demeke dirêj girtî ma. Li zindanê gelek caran tevlî greva birçîbûnê bû, piştre neçar ma li sirgûnê bijî. Li bajarê Ûelzen ê Elmanyayê penaber bû. Ji ber karên siyasî yên li Elmanyayê gelek doz lê hate vekirin.

Cenazeyê Yavrû wê roja Înê bişînin Tirkiyeyê. Cenazeyê Alî Yavrû wê li Tarsûsê li goristana ku cenazeyê bavê wî jî lê hatiye veşartin, bê veşartin.