Di konê standa îmzeyan de Jîna Emînî hate bibîranîn

Li Krefeldê kampanyaya îmzeyan a ji bo derxistina PKK’ê ji “lîsteya terorê“ berdewam dike. Di konê standa îmzeyan de Jîna Emînî ya ku ji aliyê “polîsên exlaq“ yên Îranê ve hate qetilkirin, hate bibîranîn.

Li bajarê Krefeld ê Elmanyayê kampanyaya îmzeyan a ji bo derxistina PKK’ê ji “lîsteya terorê“ berdewam dike. Standa îmzan ji aliyê Komîteya Jinan a Şehîd Ekîn Wan ve hat danîn.

Di standê de jina Kurd a Ciwan Jîna Emînî ya ku ji aliyê “polîsên exlaq“ yên Îranê ve hat qetilkirin, hate bîranîn. Di standê de pankartên wêneyên Jîna Emînî li ser û dowîzên li ser “Ji qirkirina jinan re na“ û “Ên ku dîktatoran bişînin jin in“ nivîsandî bi konê standê ve hatin daliqandin.

Di standa ku agahdarî lê hat kirin de gelek îmze hatin berhevkirin.