Di Roja Piştevaniya bi Girtiyê Siyasî de êrîşên li hemberî HDP’ê hat şermezarkirin

Di çarçoveya roja 18’ê Adarê Roja Piştevaniya bi Girtiyên Siyasî de li bajarên Basel û Zurîh yên Swîsreyê bi pêşengtiya saziyên şoreşger çalakiyek hat lidarxistin.

Li bajarên Zurîh û Basel ên Swîsreyê di çalakiyên ji bo Roja Piştevaniya bi Girtiyê Siyasî hatinî lidarxistin de betalkirina mafê wekîltiyê yê Omer Farûk Gergerlîoglû û doza girtinê ya li hemberî HDP’ê hatî vekirin hat protestokirin.

BASEL

Li Claraplatzê ya Baselê bi pêşengtiya saziyên wek Têkoşîna Şoreşgerî ya Hevgirtî, P. Sekna Şoreşgerî, Bîr-Kar, Dîk, SYKP, CDK û Navenda Çanda Elewiyan çalakiyek hat lidarxistin.

Di çalakiyê de pankartên li ser wan hatibû nivîsandin “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” û “Nabe ku girtiyên nexweş ji mirinê re bên terikandin” û wêneyên girtiyên siyasî hatin hilgirtin.

Her wiha di çalakiyê de li ser navê saziyan daxuyaniyek hevbeş hat xwendin. Di daxuyaniyê de di çarçoveya 18’ê Adarê Roja Piştewaniya bi Girtiyê Siyasî de banga bilindkirina têkoşîna li hemberî binpêkirinên mafan yên roja îro bi destê faşîzmê li Tirkiyê û Kurdistanê tê sepandin hat kirin.

Di axaftina hatî kirin de hat gotin, “Îro faşîzma ku êrîşê girtiyên li girtîgehan dike, êşkence û tecrîd jî di nav de bin pê kirinên mafan gihîştiye asta herî jor. Li girtîgehên Tirkiyê ew 113 roj in çalakiya greva birçîbûnê ya li hemberî tecrîdê didome.” Her wiha hat ragihandin ku faşîzma AKP-MHP’ê bi betalkirina mafê wekîltiyê yê parlementerê HDP’ê Omer Farûk Gergerlîoglû biryara girtina HDP’ê girtiye.

Dîsa di axaftinê de bang hate kirin ku li hemberî vê êrîşa faşîzmê, şoreşger li qadên ku lê dimînin têkoşîna xwe hevpar bikin û bi hev re li dijî faşîzmê têbikoşin.

Bi xwendina danezanên bi zimanê Elmanî ve çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.

Bi heman armancî li bajarê Zûrîhê jî saziyên şoreşger çalakiyek lidar xistin.