BI DÎMEN

Di Newroza li Orebroyê de gerîla hate silavkirin

Li bajarê Orebro yê Swêdê bi dirûşmeya “Ji Rêber Apo re azadî, ji Kurdistanê re statu” Newroz hate pîrozkirin û gerîla hate silavkirin.

NEWROZA OREBRO

Li bajarê Orebro yê Swêdê bi dirûşmeya “Ji Rêber Apo re azadî, ji Kurdistanê re statu” şahiya Newrozê hate lidarxistin. Bi hezaran kes beşdarî şahiyê bûn.

Kurdên li Orebro, Vasteras û Karlstad dijîn, tevlî şahiyê bûn. Di şahiyê de timî gerîla hate silavkirin, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan peyam hatin dayîn.

Bi stranên Azad Bedran, Diyar Dersim, Serhedo, Evîn, Dilşad Hewlêrî û Hozan Hayatî govend hate gerandin.

Merasîm bi axaftinên Hevserokên NCDK’ê Menîce Yîgît û Mehmet Agirî destpê kir.

Hamît Amed jî wiha got: “Heta ku Rêber Apo bi fîzîkî azad dibe, em ê li her derê têbikoşin.”

Li ser navê Partiya Çep, parlamenter Nadîa Awad axivî û diyar kir ku ew ê piştevaniya bi Kurdan re bidomînin. Awad destnîşan kir ku rejîma Erdogan li herêmê sûc dike û bang kir ku divê demildest Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were berdan.