Di civîna gel a Den Haagê de banga mezinkirina têkoşînê hat kirin

Li bajarê Den Haag ê Hollandayê bi pêşengiya YJK-H’ê û Kongra Starê civîna gel hate lidarxistin û peyamên Rêber Apo hatin nirxandin.

Li bajarê Den Haag ê Hollandayê bi pêşengiya YJK-H’ê û Kongra Starê civîna gel hate lidarxistin. Di civînê de têkildarî pêvajoya nû ya Rêber Apo pêş xist, nîqaşên berfireh hatin kirin.

Di civînê de geşedanên li çar parçeyên Kurdistanê hatin nirxandin û bi taybet rewşa heyî ya Rojava, astengî û xeteriyên li pêşiya wê hatin nîqaşkirin.

Beşdarên civînê destnîşankirin ku di şert û mercên heyî de ji xeynî mezinkirina berxwedan û têkoşînê tu rêyeke din nîne.

Bi berdewamî têkoşîna li Bendeva Tişrînê hate silavkirin û hate gotin ku divê her kes li dijî polîtîkayên şerê taybet ên li seranserê Kurdistanê têne meşandin, hişyar bin.

Civîn bi peyama xwedîlêderketina pêvajoya ji aliyê Rêber Apo ve hatiye pêşxistin, bi dawî bû.