Di çalakiya POP’ê de Paradîgmaya Abdullah Ocalan hate nasandin

Di çalakiya ku bi wesîleya salvegera damezrandina Partiya Karkerên Swîsreyê hat lidarxistin de raman û projeyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin nasandin.

Li bajarê Lozan ê Swîsreyê bi wesîleya salvegera damezrandina Partiya Karkerên Swîsreyê (POP) (21’ê Gulana 1943) çalakiyek hat lidarxistin. Di çalakiyê de paradîgmaya azadiyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Swîsreyan re hate nasandin.

Ji aliyê endamên Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (CDK) ve li Parka Montbenon ku çalakî lê hat lidarxitin, stand hat danîn. Di standê de pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Şoreşa Jinê, Şer û Aştî, Konfederalîzma Demokratîk û Neteweya Demokratîk hatin belavkirin.

Di standa ku di tevahiya çalakiyê de hate vekirin de endamên CDK’ê gotin û nivîsên Abdullah Ocalan ên li ser ekolojî, azadiya jinê û demokrasiyê ji bo kesên derdor vegotin û belavok hatin belavkirin.