Dewleta Tirk li Munîhê hate protestokirin

Qetilkirina 3 jinan a li Kobanê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve li bajarê Munîh ê Elmanyayê hate protestokirin.

Qelîama dewleta Tirk a dagirker a li gundê Helîncê li bajarê Munîh a Elmanyayê hate protestokirin.

Çalakiya ku Kurdistanî û dostên wan amade bûn, di axaftinên hatin kirin de bal kişand ser rola Elmanya ya di êrîşan de.

Hate gotin ku divê lezgîn firotina çekan a li gel Tirkiye bê rawestandin, têkiliyên her du welatan li ber çavan re were derbaskirin.

Çalakî bi dirûşmên ‘Bijî Berxwedana Rojava’ û ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bi dawî bû.