Dewleta Tirk a qirker li Stuttgartê hat protestokirin
Êrîşên dagirkirin û qirkirinê yên dewleta Tirk yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li Stuttgartê bi çalakiyekê hat protestokirin.
Êrîşên dagirkirin û qirkirinê yên dewleta Tirk yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li Stuttgartê bi çalakiyekê hat protestokirin.
Êrîşên dagirkirin û qirkirinê yên dewleta Tirk yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li bajarê Stuttgart ê Elmanyayê bi çalakiyekê hat protestokirin. AKÎF, SKB, Partîzan, ADHK û Komîteya Palastîna piştgiriya çalakiyê kir. Di çalakiyê de alên YPG, YPJ û sembolên Rojava hatin hildan.
Di çalakiyê de axaftin hatin kirin. Di axaftinan de berxwedana Rojava hat silavkirin. Çalakî bi dirûşmeyên zimanê Kurdî û Elmanî bi dawî bû.