Dewleta Îranê li Helsînkiyê hat protestokirin
Li paytexta Fîlandiya Helsînkî bi çalakiyekê dewleta Îranê hate protestokirin.
Li paytexta Fîlandiya Helsînkî bi çalakiyekê dewleta Îranê hate protestokirin.
Welatiyên Kurd ên bi navê Mohsen Mazlûm, Mohammed Faramarzî, Wafa Azarbar û Pzhman Fatehî yên 19 meh in girtî bûn, ji aliyê dewleta Îranê ve hatin darvekirin. Kurdên li Helsînkiyê dijîn hatin ba hev û dewleta Îranê protesto kirin.
Çalakî li ber Konsolxaneya Îranê ya Helsînkiyê bi pêşengiya NCDK’ê û rêxistinên Kurd ve hat lidarxistin. Di çalakiyê de wêneyên şehîdan û pankartên dewleta Îranê şermezar dikin hatin hildan.
Çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.