Desthilatdariya AKP-MHP’ê li Marsîlyayê hat prostesto kirin

Kurdên li Marsîlyayê desthilatdariya AKP-MHP’ê ku berpirsê hilweşîna erdhejê ye, protesto kirin û gotin, “Girîngî û pêwîstiya konfederalîzma demokratîk eşkere bû.”

Kurdistaniyê li bajarê Marsîlya yê Fransayê, mîtîngek li dar xistin û diyar kirin ku desthilatdariya AKP-MHP’ê berpirsê hilweşîna erdhejê ye.

Di mîtîngê de li ser navê DTM’ê Dogan Çelîk axivî. Çelîk got: “Berpirsê karesatê berjewendiyên rantê yên desthilatdariya AKP-MHP’ê ye. Karesat nîşan da ku sîstema dewletê hilweşiyaye û nikare pêdiviyên civakê pêşwazî bike. Bi kaosê re dixwaze Kurdistanê bê Kurd bihêle û zarokan direvîne û radestî camaetan dike.”

Çelîk wiha berdewam kir: “Girîngî û pêwîstiya konfederalîzma demokratîk eşkere bû. Heyva Sor û HDP’ê ji kêliya destpêkê ve bi derfetên xwe bi hişmendiya piştevaniya gelê Kurd ê welatparêz, li herêmên karesatê tevlî xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bûye. Di pêşwazîkirina pêdiviyên mirovî yên bingehîn de koordîne bûye. Ev yek jiyanîkirina konfederalîzma demokratîk ku Serok Apo ava kiriye ye.”