Desteserkirina vîna gelê Kurd li Evryê hat protestokirin
Desteserkirina vîna gelê Colemêrgê û êrîşên dagirkeriyê li banliyoya Evry a Parîsê hat protestokirin.
Desteserkirina vîna gelê Colemêrgê û êrîşên dagirkeriyê li banliyoya Evry a Parîsê hat protestokirin.
Kurdistanî li banliyoya Evry a Parîsê bi pêşengiya Meclîsa Gel a Kurd ji bo protestokirina dagirkirina Şaredariya Colemêrgê ji aliyê AKP-MHP’ê ve li pêşiya Şaredariya Corbeîl li hev civiyan.
Girseyê heta stasyona Corbeîlê meşiyan û gelek caran dirûşmeyên “Dewleta Tirk a faşîst ji Kurdistanê bicehime”, “Bijî berxwedana gelê Kurd” hate berzkirin.
Piştî meşê mitîng hat lidarxistin. Di axaftina li ser navê Meclîsa Gel a Demokratîk a Evryê de hate destnîşankirin ku dewleta Tirk a faşîst gefa herî mezin a li pêşiya hebûna gelê Kurd e.
Di çalakiyê de berxwedana li Kurdistanê ya li dijî desteserkirinê hat silavkirin û hate gotin ku şert û merc çi dibe bila bibe mafên rewa ên gelê Kurd wê li her qadê bê parastin.