Desteserkirina şaredariyan li Atînayê hate protestokirin

Kurdistanî û dostên xwe li pêşiya sefaretxaneya Tirk a Atînayê hatin ba hev, desteserkirina qeyûman a ji aliyê AKP’ê ve şermezar kirin.

Bi pêşengtiya Navenda Çanda Kurdistanê li paytexta Yewnanistan Atînayê bi meşekê desteserkirina şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê hate protestokirin.

Bi sedan Kurdistanî, saziyên çep û sosyalîst û dostên Yewnanî yên li pêşiya Zanîngeha Polîteknîkî hatin ba hev wêneyên Ocalan hildan û dirûşmên ‘Kujer Erdogan ji Kurdistanê bicehenime’ û ‘Faşîst dîktator Erdogan’ qîr kirin.

Di axftinên hatin kirin de berxwedana li bajarên Kurdistanê hatin silavkirin. Bang hate kirin ku li dijî desteserkirina vîna gelê Kurd her kes rabe ser lingan.