BI DÎMEN

Desteserkina vînê li Kopenhag û Solothûrnê hatin protestokirin

Li Kopenhag û Solothûrnê li dijî desteserkirina vîna gelê Kurd çalakî hat lidarxistin û peyama, “Em ê li dijî vê zilmê li her derê li ber xwe bidin” hate dayîn.

DESTESERKIRINA ŞAREDARIYA COLEMÊRGÊ

Li paytexta Danîmarka Kopenhag û li bajarê Solothûrn ê Swîsreyê li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin.

KOPENHAG

Li paytexta Danîmarka Kopenhagê li dijî desteserkirina vînê mitîngek hat lidarxistin. Parlementerê Parlementoya Ewropayê yê Enhedlîsten Nîkolaj Villumsen tevlî çalakiyê bû. Villumsen di çalakiyê de axivî û wiha got: “Em piştgirê doza azadiya Kurd in. Erdogan di hilbijartina xwecihî ya 31’ê Adarê de bi temamî winda kir. Em qeyûmê li Şaredariya Colemerêgê qebûl nakin.”

Di çalakiyê de dirûşmeyên piştevaniyê hatin berzkirin û hate destnîşan kirin ku wê berxwedan bênavber dewam bike.

SOLOTHÛRN

Kurdistaniyên li bajarê Solothûrn ê Swîsreyê li dijî desteserkirina vînê li stasyona trenê ya navendî li hev civiyan.

Endamê Dîwana Hevserokatiyê yê Konseya Kurd a Demokratîk a Swîsreyê Emrah Bîngul bertek nîaşnî dagirkirina şaredariyê da û got, “Rêya çiyayan nîşanî Kurdan dikin.”

Bîngul destnîşan kir ku ew li dijî desteserkirina vînê li hev civiyane û wiha got: “Em ji bo ku rêya siyaseta demokratîk hatiye qepatkirin, li Ewropayê ne. Ger ne wisa ba gelek ji me nedihat vir. 3 serdem vîna gelê Colemêrgê nayê naskirin. Tayînkirina qeyûmê li şûna nûnerên gel, girtina rêya siyaseta legal ji bo Kurdan, vekirina rêya çiyayan e. Çend roj in li Colemêrgê ji ciwanan bigire heta jin û zarokan her kes li ber xwe dide. Encam çi dibe bila bibe gelê Kurd li dijî vê zilmê li ber xwe bide.”

Danezana bi zimanê Elmanî jî ji aliyê Endama Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê Rûken Demîr ve hat xwendin.

Di çalakiyê de hat ragihandin ku wê roja Şemiyê li Zurîh Helvetîaplatzê di saet 17:00’an de meşa navendî bê lidarxistin û banga tevlîbûnê hat kirin.