‘Destên xwe yên qirêj ji Rojava bikêşin’

Kurdistanî û dostên wan li paytexta Swêd Stockholm û bajarê Goteborgê daketin qadan û gefên dagirkirinê yên dewleta Tirk li dijî Rojava şermezar kirin. Di çalakiyan de dirûşmeya “Destên xwe yên qirêj ji Rojava bikêşin” olan da.

STOCKHOLM

Li ser banga Partiya Çepgir, Rastgir Ciwan, Komîteya Rojava, PYD, NCKD Stokcholm û Meclîsa Jinan a Amara li Qada Norra Bantorget a li  pêşiya avahiya Konfederasyona Sendîkaya Karkerên Swêdê (LO) çalakî hate lidarxistin.

Li ser navê rêxistinan daxuyaniya hevpar ji aliyê Berpirsa Têkiliyên navnetewî ya Herêma Ûppsala ya Partiya Çegir Yekpûn Alp ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku dewleta Tirk bi komên çete yên El Kaîdeyê re gefên dagirkeriyê yên li dijî Rojava zêde kirine û hate gotin ku wê gelê Kurd û dostên wan heta dawiyê sîstema ekolojîk, wekhevî û yeksan a li Rojava wê biparêzin.

Parlamtera Partiya Çepgir Danîel Rîazat axivî û wiha got; “Dewleta Tirk a faşîst ku Erdogan serkêşiya wê dike tenê mafê gelê xwe diparêze ji bo wê gelê Kurd dike hedef û li ser Kurdan terora dewletê pêk tîne.”

Rîazat got ku divê hikûmeta Swêd û Yekîtiya Ewropayê êrîşên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd cidî bigre û tene bi daxuyaniyên şermezarkirina dewleta Tirk wê têrê neke.

Rîazat got wê Partiya Çepgir her tim piştevaniya YPG û YPJ ku li dijî çeteyên DAÎŞ’ê bi lehengî liberxwe dan bike û daxwaza derxsistina PKK ji lîsteya teror û serbest berdana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir.

Nûnerê Kongreya Netewî ya Kurdistan (KNK) yê Swêdê Ahmet Karamûş jî axivî û bal kişand li ser zêdebûna êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelê Kurd. Karamûş got zilma dewleta Tirk dike deme Hîtler, Mûssolînî û Franco de jî nehatiye kirin. Karamûş bang li Netewyên Yekbûyî û civaka navnetewî kir ku li dijî hovitiya dewleta Tirk derbikevin.

Piştî axaftinan çalakger ber bi Qada Norrmalmstorgê ve meşiyan. Di meşe de bê navber dirûşmeyên “Destên xwe yên qirêj ji Rojava bikêşin” , “Kujer, Faşîst Erdogan” , “Artêşa Tirk ji Kurdistanê bicehime” û “Em bi tere ne Amed, Mêrdin û Wan” berz kirin.

Li qadê li ser navê Rastgir Ciwan Olof Persson axivî û got di rewşekî ku dewleta Tirk mudaxaleyî Roajva bike de li Swêd û cîhanê wê berxwedaneke mezin were nîşandan û wiha got; “Gelê Kurd ne bi tene ye. Li her derê cîhanê dostên wan hene.”

Ji rêveberên rêxistina ciwanan a Partiya Karkerên Demokratên Sosyal ên Swêdê SSU Martîna Hedrenîûs axivî û bêdengiya hikûmeta Swêdê ya li dijî gefên dewleta Tirk ên li ser Rojava rexne kir. Hedrenîûs got ew piştgiriyê didin têkoşîna gelê Kurd û Rojava û bang li hikûmeta Swêd û hemû partiyên siyasî kir ku li dijî gef û zextên Erdogan ên li ser gelê Kurd derbikevin.

GOTEBORG

Kurdistanî û dostên wan saet 13:00’an li Qada Brûnnpaken li hev civiyan, gefên dagirkirina Rojava yên AKP’ê û dagirkirina şaredariyên Amed, Wan û Mêrdinê şermezar kirin.

Li ser navê Komîteya Rojava û NCDK Goteborg daxuyanî hate dayîn û dagirkirina şaredariyên Kurdan hate şermezar kirin.

Di çalakiyê de dirûşmeyên “Kujer Erdogan, faşîst Tirkiye” , “Destên xwe yên qirêj li ser Rojava bikêşin”, “Bijî YPG/YPJ” û “Bijî Şoreşa Rojava” hatin berzkirin û piştevaniya bi Şoreşa Rojava re hate nîşandan.