BI DÎMEN

Derbarê komkujiyên Elewiyan de hevdîtin bi rayedarên OHCR’ê re hate kirin

Heyetekî li ser navê saziyên Elewî derbarê komkujiyên li dijî Elewiyên Sûriyeyê de li Cenevreyê bi rayedarên OHCR’ê re hevdîtin kir.

Înîsiyatîfa Mafên Mirovan a Sûriyeyê debarê komkujiyên HTŞ’ê yên li dijî Elewiyên Sûriyeyê de bi rayedarên Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan (OHCR) a Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li bajarê Cenevre yê Swîsreyê hevdîtinek pêk anî.

Li ser navê înîsiyatîfê Midurê Weşana Giştî ya Dengê Elewiyan Erkan Kiliçkaya, Zozan Farûk û Sema Kiliç kir. Di hevdîtinê de rapora ku ji aliyê Înîsiyatîfa Mafên Mirovan a Sûriyeyê ve hat amadekirin, radestî rayedarên OHCR’ê hate kirin. Heyetê ji rayedarên OHCR’ê xwest ku ji bo komkujiyên Elewiyan were rawestandin di zûtirîn demê de tedbîrên lezgîn û mayînde bigre.

Piştî hevdîtinê li qada Quai Wilson ku OHCR'ê lê ye, mitîngek hat lidarxistin.

Erkan Kiliçkaya ku di nava heyetê de cih digre, ji ANF’ê re axivî. Kiliçkaya diyar kir ku ew wekî dewama çalakiyên Elewiyên li Ewropayê dijîn ku 3 meh in li dijî komkujiyan didomînin, îro bi OHCR’ê re hevdîtinek pêk anîne. Li gorî ragihandinên Kiliçkaya, rayedarên OHCR’ê komkujiiyên Elewiyan a li Sûriyeyê ji nêz ve dişopînin.

Kiliçkaya wiha got: “Rayedarên OHCR’ê têkildarî asta komkujiyan ji herêmê agahiyên bi belgekirî xwestin. Ji me re gotin ku ew dixwazin bi saziyên civaka sivîl ên li Antakyayê re bikevin nava têkiliyê. Me jî ji bo ku alîkariyên ku wê biçin herêmê bêyî pirsgirêk bigihijin, daxwaza xwe ya avakirina korîdora jiyanê ragihand.”