Demokratên Sosyal û Kurdan cihêkariya polîsên Swêd gotebêj kirin

Kurdan bi civînekê cihêkariya Polîsên Swêd (SAPO) bi rayedarên Partiya Karker a Demokratên Sosyal re gotebêj kirin.

Biryarên Bûroya Koçberiyê ya Swêd û Dadgeha Îltîcayê yên derheqê welatparêzên Kurd dibe sedema nerazîbûnan. Bi hewldana Komleya Civaka Kurd a Demokratîk a Swêdê ji bo Zozan Buyuk ku li Orebro dijî û tê xwestin ku were dersînorkirin koma piştevaniyê hate danîn.

Koma Piştevaniya Kurd di ser platformên onlîne re bi wekîlên Partiya Karker a Demokratên Sosyal, rêveberên şaredarî û partiyan re li dijî dersînorkirina û krîmînalîzekirina Kurdan û rêxistiniya Kurdan civîn danîn.

Di civînê de Zozan Buyuk axivî, ku Polîsên Ewlehiya Swêd (SAPO) diwazin wê dersînor bikin. Buyuk xwest nehqiya li wê û zarokên wê tê kirin were rastkirin û daxwaza wê ya îltîcayê ya li Bûroya Koçberan a Swêd were qebûlkirin.

Hevserokê Civaka Kurd a Demokratîk a Swêd Ridvan Altun got vê sal û nîva dawî nêzîkatiya SAPO ya li Kurdan ji alî nebaşiyê ve guheriye.

Altûn Resûl Ozdemîr ê 23 salî ku par teslîmî Tirkiyê ahte ikrin bi bîr xist û got, ''Li gel ku êşkenceya dewleta Tirk a li girtiyan tê zanîn jî ji bo demokrasiya Swêd birîneke giran e ku Kurdan teslîmî MÎT'ê bike. Ev nayê qebûlkirin. Polîsên Swêd divê helwesta xwe ya li bara Kurdan biguherin.''

Yek ji rêvebera Forûma Çepgir a Navnetewî Yekbûn Alp jî got, ''Doza Zozan Buyuk ne meseleyeke şexsî ye, meseleyeke demokrasiyê ye. Polîsên Ewlehiya Swêd agahiyên ku ji dewleta Tirk standî li vir li dijî Kurdan bi kar tîne. ''

Zozan Baransson jî ku di nav Koma Piştevaniyê de ye got, Bûroya Koçberan û Dadgeha Koçberiyê tenê bi raporên Polîsên Ewlehiyê y Swêd nikare Kurdan dersînor bike.

Kurdistaniyên di nav Koma Piştevaniyê de gotin pirsgirêk ji ber wê ye ku PKK di nav lîsteya 'rêxistina terorê'' de ye û ji Partiya Karker a Demokratên Sosyal xwestin, ji bo ku PKK ji lîsteyê were derxistin hewl bidin.

Rêveberên Demokratên Sosyal jî gotin ew ê lê bipirsin bê ka çima PKK di nav lîsteya 'rêxistina terorê'' de ye û kê kiriye nav vê lîsteyê, di nav partiyê de ew ê vê mijarê gotebêj bikin.

Parlamenter û Komîserê Mafê Mirovan ê berê yê Konseya Ewropayê Thomas Hammarberg got heke derheqê Zozan Buyuk heke hemû agahî û belgeyan bidin wan ew ê bi baldarî li ser mijarê bisekinin û bi ya wan derheqê Buyuk dema ku biryar hatiye standin şaşî hatiye kirin.

Di civînê de li gel Hammarberg, ji Partiya Demokratên Sosyal Anders Osterberg, Serokê Koma Partiya Karker a DemokratÊn Sosyal a Şaredariya Stcohkholmê Kadir Kasirga, Parlamenter Mattîas Vespa jî hazir bûn.