‘Dem dema azadbûna Rêber Apo, dawîkirina qirkirin û dagirkeriyê ye'

Dîwana Hevserokatiya KCDK-E a pêngava ‘Bes e ji tecrîd, faşîzim û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye’ silav kir, got: “Parastina Rêber Apo parastina mirovahiyê ye.”

Dîwana Hevserokatiya KCDK-E bi daxuyaniyekê piştgirtiya xwe ya ji bo pêngava Konseya Rêveber a KCK’ê ya ‘Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye’ nîşan da û got:

“Rêberê azadî û wekheviyê yê sedsala 21’ê Rêber Ocalan, ev bû 22 sal e ku di Girava Îmralî de rehin tê girtin. Tecrîda ku li ser Rêber Ocalan tê meşandin, dewlet bi hemû amûrên xwe vêna li ser gelê Kurd jî dide bikaranîn. Sîstema tecrîdê, bi mekanîzmake taybet tê birêvebirin û armanc qirkirina netewî ye.

Komara Tirka ya ku li ser înkara gelê Kurd û gelên din hatiye damezrandin, tolhildan û nijadkujî û qirkirinê pêk tîne. Faşîzma AKP-MHP’ê ya ku li ser dijminatiya gelê Kurd hatiye sazkirin, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Ocalan, li ser vê bingehê dide meşandin û nijadkujiyê didomîne. Rêber Ocalan, ewlehiya hesret û aştiya azadiya gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn e. Bi pêşkêşkirina fikir û ramanên xwe yên azadîxwaz, demokratî û wekheviyê, ji gelên cîhanê re bûye hêvî.

Xwedîderketina li Rêber Ocalan, parastina azadiya Kurdistanê û rizgariya mirovahiyê ye.

Ji bo azadiya Rêber Ocalan û li dijî jenosîd û komkujiya dewleta Tirka, divê li her deverê em berxwedanê bilind bikin. Ew, cenga îradeya gelê Kurd dide meşandin. Ew, bi berxwedana xwe ve, komploya navdewletî têk dibe. Ew, bi berxwedana xwe, nûneriya daxwazên aştî û azadiya gelên Kurdistanê û yên cîhanê dike.

Parastina Rêber Ocalan, parastina mirovahiyê ye. Li dijî sîstema jenosîdê ya Komara Tirka ya mêtinger ku hêzên navdewletî destekê didinê, ji bo ku em parastina mirovahiyê bikin, em bang dikin, divê bi hemû derfetên xwe em aktîv bikevin nava têkoşînê.

Em KCDK-E, silavê, li banga pêngava “Dem dema dawîanîna Tecrîdê, Faşîzmê, Dagirkeriyê û Misogerkirina Azadiyê ye” dikin û bang li hemû Kurdistaniyên li cîhanê û bi geştî li welatên Ewropayê dijîn dikin, da ku aktîv beşdarî berxwedanê bibin.

Bi vê boneyê, em bang dikin, meş û çalakiyên ku ew ê roja 12 ê Îlonê, bi şîara “DEM HATIYE” li Ewropa, Avûstûralya û Kenedayê werin çêkirin, divê bi girseyî beşdarî pêk werin.”