Delegasyona Li Dijî Tecrîdê ya Navneteweyî wê rapora xwe eşkere bike

Delegasyona Li Dijî Tecrîdê ya Navneteweyî ku li welêt vekolîn kir, wê rapora xwe 27’ê Adarê eşkere bike.

Delegasyona Li Dijî Tecrîdê ya Navneteweyî ku ji bo raçavkirina tecrîda dewleta Tirk 24-29’ê Çileyê li Amed û Stenbolê hevdîtin bi partiyên siyasî, baro û saziyên sivîl ên civakî re kir, rapora ku amade kir wê bi rêya çapemeniyê eşkere bike.

Di metne bangkirinê de ku ji bo civîna çapemeniyê ya online hat amadekirin, îşaret bi tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin.

‘PERGALA ÎMRALIYÊ NE MIROVÎ YE’

Di metin de wiha hat gotin:

“Abdullah Ocalan, ji bi hezaran kesek e ku bi cezayê girankirî yê girtîgehê hatiye cezakirin. Ji 16’ê Sibata sala 1999’an ta bi niha bi tena serê xwe li Girtîgeha Girava Îmraliyê tê ragirtin. Sala 2015’an Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş jî neqlê girtîgehê hatin kirin. Abdullah Ocalan, piştî darizandineke demkin bi cezayê îdamê hat cezakirin, paşê ev veguherî cezayê heta bi hetayê. Ev tê wê wateyê ku heta heta ev pêkanîn li Tirkiyeyê hebe, wê Rêzdar Ocalan di hicreyekê de bimîne.

Komîteya Girtina Ber Li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê, di rapora xwe ya meha Tebaxê ya sala 2020’an de ku vekolîna şertên li Girtîgeha F ya li Girava Îmraliyê kir, diyar kir ku şertên girtinê yên Ocalan ne mirovî ne. Ji Tîrmeha sala 2011’an ta bi niha ji xeynê çend serdanan nayê hiştin ku hevdîtinê bi parêzerên xwe re bike. Ji xeynî parêzeran, nayê hiştin ku girtî hevdîtinê bi malbatên xwe re jî bikin. Abdullah Ocalan, herî dawî 7’ê Tebaxa sala 2019’an hevdîtin bi parêzerên xwe re kir. 3’yê Adara sala 2020’an jî hevdîtin bi malbata xwe re kir. Heman pêkanîn li ser sê girtiyên din e jî. 25’ê Adarê, wê bibin du sal ku hevdîtin bi Rêzdar Ocalan re nehatiye kirin. Em Delegasyona Li Dijî Tecrîdê ya Navneteweyî, em ê 27’ê Adarê civînekê bi çapemeniyê re çêbikin û rapora xwe ya têkildarê serdana xwe ya dawîn a Tirkiyeyê eşkere bikin.“

Civîna çapemeniyê ya li ser Zoomê wê 27’ê Adarê saet di 11.00’an de bê çêkirin.