BI DÎMEN

Dayikên Aştiyê ji bo meşa dirêj a li Fransayê peyamên piştgiriyê dan

Li Fransayê ‘Meşa Dirêj a Azadiyê’ a 25 rojan ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat destpêkirin berdewam dike. Dayikên Aştiyê meşvanan silav kirin û peyamên xwe yên piştgiriyê ragihandin.

Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan “Meşa Dirêj a Azadiyê” ya 25 rojan hatibû destpêkirin, her roj li bajarekî nû pêk tê. Meşa ku li Parîsê destpê kir, wê di 15’ê Sibatê de li Strasbourgê li ber Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) bi dawî bibe.

Dayikên Aştiyên yên li Tirkiye û Kurdistanê bi peyamên xwe piştgirî dan meşa ku bi tevlîbûna 25 kesan ku nûnertiya salên dîlgirtina Abdullah Ocalan dike.

Di peyama Dayikên Aştiyê yên ji bo çalakgerên ‘Meşa Azadiyê ya Dirêj’ de ev tişt hate gotin, "Em vê meşa hatiye destpêkirin pîroz dikin. Heta ku ji destê me bê em ê piştgiriya wan bikin. Ji wan re û ji gelê me re serkeftin!"

Dayikeke Aştiyê ya din jî bang li hemû dayikên Kurdistanê kir û wiha axivî:

“Divê hemû dayikên li Kurdistanê rabin ser piyan. Şert û merc çi dibin bila bibin, divê ev meş bigihêje armanca xwe. Divê ji heft salî heta heftê salî her kes rabin ser piyan û tevlî meşa azadiyê bibin. Divê her kes zanibe ku em ê weke dayik, şopdarê rêya zarok û Rêberê xwe bin. Bila ev yek baş were fêmkirin!"

Dayika Aştiyê, destnîşan kir ku Meşa Azadiyê erkek mecbûriye ku bê pêkanîn û ev peyam da:

"Divê her kes xwedî li vê meşê derkeve. Ji ber ku ev meş ji bo me meşa hebûnê ye. Em ji êşkence û mirinê natirsin, ji ber ku jixwe em di van rêyan hemû re derbas bûne. Tenê tirsek me heye, ew jî tabût ji zindanan derketine. Ji bilî vê em ji tiştekî natirsin.

Pêwîste dayikên leşker û polîsan jî ji bo vê şerê qirêj bibêjin bes e. Divê êdî aştî û aramî were welatê me (...) Em hêvî dikin ku Meşa Azadiyê bi ser bikeve, aştî û aramî were welatê me û rondikên dayikan bisekine."

Dayikeke Aştiyê ya din ku ji çalakvanan re peyam şand wiha got, "Em her tim dibêjin aştî û aştî. Pêwîste êdî dayikên Kurd negirîn. Dilê me hemûyan birîn e. Ne zarokên me, em bixwe dimirin. Divê êdî di navbera Kurd û Tirkan de aştî pêk were."