Daxwaza berdana Celaliyan û hemû girtiyên siyasî kirin
Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Munîh a Elmanyayê dijîn, ji bo siyasetmedara Kurd Zeyneb Celaliyan a li Îranê girtî çalakî kirin.
Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Munîh a Elmanyayê dijîn, ji bo siyasetmedara Kurd Zeyneb Celaliyan a li Îranê girtî çalakî kirin.
Di çalakiya bi pêşengiya SARA-Jin û Meclîsa Civaka Kurd pêk hatî de, bi Îngilîzî û Elmanî axaftin hatin kirin.
Di axaftinan de ev hate gotin; “Hem ji bo mercên girtîgehê û hem jî ji ber sedema êskenceya dibîne rewşa tenduristiya Celaliyan ne baş e. Deweta Îranê pêwîste tavilê Zeyneb Celaliyan û girtiyên din serbest berde.”
Di çalakiyê de diruşmeyên; “Girtiyên siyasî serbest berdin”, “Pêwîste Zeyneb Celaliyan bê berdan” û “Jin, Jiyan, Azadî” hatin berzkirin.