Darvekirinên li Îran û binpêkirinên mafan ên li Başûr di rojeva Swêdê de ne

Parlementera Serbixwe ya Swêdê Amîneh Kakabaveh bi pêşnûme pirsan darvekirinên li Îranê û binpêkirinên mafan, azadiya derbirînê ya li Başûrê Kurdistanê bire rojeva parlementoya Swêdê.

Parlementera Serbixwe ya Swêdê Amîneh Kakabaveh bi pêşnûme pirsana da parlementoyê diyar kir ku binpêkirinên mafan ên li Îranî, zext û êrîşên li ser muxalefetê zêdetir bûye, di nava çend hefteyên dawî de bi sedan Kurd hatine destgîrkirin û di êşkenceyan re hatine derbakirin.

Kakabaveh bal kişand ku di nava girtiyan de rêberê karkeran, mirovên zanyar, kedkarên çandê û mamosteyên zimanê dayikê û gelek aktivîst jî hene. Kakabaveh bibîr xist ku Zara Mohamedî ji ber ku zarok fêrî zimanê Kurdî kiriye 10 sal cezayê girtîgehê lê hate birîn.

Kakabaveh qala têkiliyên dewleta Swêd û Îranê kir û got: “Swêd daxwaz kir ku dawî li êşkenceya li girtiyên siyasî û li darvekirinan bê anîn. Her wiha daxwaz kir ku dawî li destavêtina jinên girtî yên li girtîgehên Îranê bê anîn.”

Kakabaveh daxwaz ji Wezîra Karê Derve Ann Lînde kir ku ji bo dawî li girtin û darvekirinên komî yên li Îranê bê anîn, Hosseîn Kamanger bê berdan bikeve nava hewldanan.

Wezîra Karê Derve Ann Lînde jî diyar kir ku divê rêz ji mafê mirovan re bê girtin û anî ziman dema bi rayedarên Îranê re dicivin qala binpêkirina mafê mirovan dikin.

Kakabaveh anî ziman ku derketina Lînde ya li dijî darvekirina û parastina mafê mirovan girîng dibîne, lê bi têr nabîne û got: “12 sal in darvekiri û binpêkirinên li Îranê dikin rojev, lê Swêd ji ber nêzîkatiya bi tirs a Swêdê di nêzîkatiya Îranê de ti pêşketinek pêk nehatiye.”

Kakabaveh da xuyakirin ku Îran ne tenê ji bo Kurdan ji bo hemû kêmenetewan zextên wê zêdetir bûye û wiha pêde çû: “Di êrîşa li ser Belûciyan de 10 kes hatin qetilkirin. Piraniya van xwendekar û karker in. Ji ber ku gendelî û dizî protesto kirin û daxwaza mafê xwe kirin, hatin qetilkirin.” Kakabaveh ji bo parastina mafê mirovan banga piştevaniya bi Belucistanê re kir.

Li aliyê din Kakabaveh di pêşnûme pirsa xwe de bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li Başûrê Kurdistanê pêk tên û azadiya derbirînê jî.

Kakabaveh ji Lînde pirsa ji bo rêveberiya Başûrê Kurdistanê rêz ji mafê derbirîn û rêz ji mafê demokrasiyê re bigire, dîsa berdana 26 rojnamevan û siyasetmedaran çi di fikire.

Kakabaeh anî ziman ku ji bo gelek mafê xwe birêvebirinê bidest bixe, qadên azad mercên herî bingehîn in û got: “Rêveberiya Herêma Kurdistanê gelek carî çalakiyên aştiyane û daxuyaniyên din çewistandiye, rojnamegerên rexnegir winda kirine, revandine û piştre kuştî hatine dîtin.”

Kakabaveh ji Swêd daxwaz kir ku ji bo berdana rojnamevanan û dawî li zextên li ser çapemeniya azad bê anîn, van mijaran nîqaş bike. Li bendê ye ku pêşnûme pirsa Kakabaveh 9’ê Adarê li Parlementoyê bê nîqaşkirin.