Dagirkirina şaredariyên HDP’ê li Londonê hate protestokirin

Desteserkirina şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê ya ji aliyê rejîma AKP/MHP’ê ve li Qata Trafalgar a Londonê bi çalakiyekê hate protestokirin.

Li ser banga Yekîtiya Hêza Demokratîk a Brîtanyayê girseya ku li Qada Trafalgarê hatin ba hev desteserkirina şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê protestokirin.

Di daxuyaniya li ser navê Yekîtiya Hêza Demokratîk a Brîtanyayê hate kirin de, hate gotin ku ti rewabûna hikûmeta AKP’ê nemaye, ev desthilat dixwazin vîna gel desteser bikin û encamên ku li ser sindoqan bi dest nexistine dixwazin bi şidet, zorê û desteserkirinê bidest bixe.

Hevşaredarê berê yê bajarê mezin ê Amedê Osman Baydemir di çalakiyê de aixivî. Baydemîr diyar kir ku zext û hewldanên desteserkirinê ya gelê Kurd ji aliyê kalikên desthilatê ve hatine kirin ê bi ser neketine, ew jî bi ser nakevin. Kurdistan xwedî dîrokeke qedîm a berxwedanê ye. Em li kû dibin bila bibin em ê li ber xwe bidin. Hêza kesê têrê nake Kurdistanê dagir bike. Rojê derxistina dagirkeran ji Kurdistanê nêz e.”

Piştî axaftinan girse ji Qada Trafalgarê ber bi avahiya serokwezîriyê  û ji wir jî ber bi avahiya Parlementoya Qiralyeta Yekbûyî ve meşiyan. Meş li pêşiya parlementoyê bi dawî bû.