Dagirkirina şaredariyan li Bremenê jî hate protestokirin

Dagirkirina şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê ya ji aliyê AKP/MHP’ê ve li bajarê Bremen ê Elmanyayê bi meş û mîtîngekê hate şermezarkirin.

Meşa ji Sîelwallê destpê kir Kurdistanî û dostên wan ên Bremen û Oldenbûrgê jî tevlî bûn.

Parlementerê berê yê HDP’ê Hasîp Kaplan, Parlementerê Partiya Çep a Eyaleta Bremen Mezlûm Koç, endamê Meclîsa Partiya Çep a Bremenhafen Mûhlîs Kocaoglan jî cihê xwe di çalakiyê de girt. Hate gotin ku divê Elmanya û welatên Yekîtiya Ewropayê ji bo didawîkirina qirkirinên siyasî yên dewleta Tirk a li ser Kurdistanê bikevin nava hewldanan. Piştî ku mîtîng li Bremen HBF’ê hate kirin û şûnde bi dawî bû.