Dagirkeriya Tirk li Swîsre protesto kirin

Li ser banga CDK’yê li Baselê dagirkerî û qirkirina Tirk protesto kirin, li dijî êrîşan banga berxwedanê hate kirin.

Li bajarê Basel a Swîsreyê êrîşên qirker û dagirkeriyê yên dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistan û Kampa Penaberan a Mexmûr ya di bin sêwana NY’yê de hate protestokirin.

Çalakiya li ser banga Navenda Civaka Demokratîk a Basel (CDK) Basel li Calarplatzê hate kirin, Hêzên Têkoşîna Yekbûyî û gelek kes tevlî bûn. Çalakî bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê şehîdên azadî û şoreşê destpê kir. Di çalakiyê de nûnerê CDK’ê axivî.

Di axaftinên hatin kirin de hate gotin ku êrîşa bi desteka rêveberiya PDK’ê ya li ser Kampa Penaberan a Mexmûr ku di bin sêwana Neteweyên Yekbûyî (NY) de ye hate kirin, tê wateya qirkirina gelê Kurd.

Di dewama axaftinan de banga bilindkirina têkoşîn û pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ hate kirin û hate gotin ku wê li her cihê lê çalakiyan bikin.

Çalakî bi xwendina belavoka bi zimanê Elmanî û banga têkoşîna hevpar a li dijî faşîzm û dagirkeriyê bi dawî bû.