Dagirkeriya Tirk li Berlîn û Bordeaûxê hate şermezarkirin
Tevgera Ciwanên Şoreşger li paytexta Elmanya Berlînê û li bajarê Bordeaûx ê Fransayê, ji bo şermezarkirina êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk çalakî li dar xistin.
Tevgera Ciwanên Şoreşger li paytexta Elmanya Berlînê û li bajarê Bordeaûx ê Fransayê, ji bo şermezarkirina êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk çalakî li dar xistin.
Aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) bi fîşekên hewayî êrişên dagirkeriya Tirk û hevkariya pê re şermezar kirin.
Aktîvîst li Berlînê di 28'ê Nîsanê de saet 22:00 li hev kom bûn û li dijî dagirkeriyê û hevkariya pê re afîş daliqandin.
Ciwanên Kurd piştre li navenda Berlînê pankarta bi nivîsa "Bêdengî alîkariya ji bo kujeran e- dewleta Tirk bombeyan li Mexmûrê dibarîne" daliqandin.
Nîvê şevê jî bi fîşekên hewayî çalakî kirin û ragihandin ku wê çalakiyên xwe mezin bikin.
Li bajarê Bordeaûx ê Fransayê jî 29'ê Nîsanê danê sibehê ji bo balê bikişînin ser êrişên li ser Mexmûrê û aloziya li Zînî Wertê çalakiyên bi pankartan kirin.
Li gel daliaqandina pankartan her wiha li dîwarên taxekê nivîsên "Azadî ji Ocalan re" nivîsandin.