Dagirkeriya qeyûm di rojeva Parlamentoya Swêdê de ye

Parlamenterê Partiya Karker a Demokratên Sosyal a Swêd Anders Osterberg û parlamentera Partiya Çepgir Amîneh Kakabaveh dagirkeriya qeyûman anî rojeva palamentoyê.

Anders Osterberg di pêşniyarnameya xwe de got, ''Sê şaredarên şaredariya mezin ên HDP'yî 19'ê Tebaxê ji hêla Wezareta Karê Navxwe ve ji peywirê hatine girtin û qeyûm anîne ser wan. Her wiha 60 jê endamên meclîsa şaredariyê, bi giştî 400 HDP'yî hatine desteserkirin.''
Osterberg ji Wezîra Karê Navxwe Margot Wallstrom xwest ku li dijî nehiqûqiyan tevbigere.

'QEYÛM ÊRÎŞA LI SER DEMOKRASIYÊ YE'

Parlamentera Partiya Çepgir Amîneh Kakabaveh jî bi sernava ''Li Tirkiyê êrîşeke nû li ser demokrasiyê'' pêşniyarname da û ji peywirê girtina şaredarên Amed, Wan û Mêrdînê, operasyonên qirkirina siyasî ya li ser HDP'yiyan anî rojevê. 

Kakabaveh got, ''Swêde divê girtina polîtîkavanên ku gel hilbijartiye şermezarbike, daxwaz bike ku HDP'yî û hemû girtiyên siyasî demildest werin berdan.

Her wiha parlamenterê Partiya Karker a Demokratên Sosyal Kadîr Kasirga jî got, ''Koma Demokratên Sosyal a Ewropayê ku em di nav de cih digirin daxuyanî da. Parlamentoya Ewropayê jî li dijî qeyûman helwest nîşan da. Demeke pir nêz em li bendê ku Wezîra Karê Derve Margot Wallstorm jî daxuyaniyê bide.''