Dagirkerî li Londonê bi çalakiyeke girseyî hate protestokirin

Bi hezanan kes li Londonê êrîşên qirker û dagirker ên dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi çalakiyeke girseyî ve hate protestokirin. Di çalakiyê de payama ‘Em ê li dijî dagirkeriyê li ber xwe bidin, faşîzmê têk bibin.” hate dayîn

Bi pêşengtiya Meclîsa Gel, Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk û Bocott Tirkiye bi hezana kes li pêşiyaavahiya BBC a Londonê dagirkerî û qetlîamên dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protesto kirin. Malbatên Costa Scarfîeld, Anna Campbelle û Jack Holmes û dîsa komên tevgerên komunîst ên Îngilîz, enternasyonalîst, sosyalîst û dijî şer cihê xwe di çalakiyê de girtin.

Girseya gel a kom bûbû, ber bi parlementoyê ve dest bi meşê kirin. Di meşê de dirûşmên ‘Em Rojava ne, Rojava em in’, ‘Kujer Erdogan, ji Rojava bicehenime’ û ‘Terorîst Erdogan’ hatin qîrkirin.

Di mîtîna li pêşiya parlementoyê hate kirin de axaftin hatin kirin.

Ji Tevgera Komunîst Pamela Holmes got: “Em weke gel li gel Rojava û YPG’ê ne. Li dijî dagirkeriyê sekinîn, erkekî mirovî û şoreşgerî ye.”

Parlementera Parlementoya Ewropa û dosta nêz a Kurdna Jûlîa Ward jî axivî û diyar kir ku şeranên Kurd ên li Rojava sûdeke pir mezin dane rûmeta mirovahiyê û got: “Jinên Kurd li Rojhilata Navîn şoreş kirin. Ev êrîş êrîşa li ser Şoreşa Jinê ye. Em bi hemû hêza xwe li dijî vê dagirkeriyê ne.

Dayika şervanê YPG’ê Costa Scarfîeld Vasîk Scarfîeld, bavê şervana YPG’ê Anna Campbelle Dîrk Campblle, dosta Kurd Margaret Oven û rojnamevan Steve Sweeney û Mark Campbelle axivîn.