‘Hozan Mizgîn bû ronahiya çanda Kurd'

Di bîranînên bi boneya 32’yemîn salvegera şehadeta Hozan Mizgîn hatin lidarxistin de peyama: "Em ê şopdarê têkoşîna ronahiya çanda Kurd Hozan Mizgîn bin."

HOZAN MIZGÎN (GURBET AYDIN)

Hunermenda Kurd Hozan Mizgîn (Gurbet Aydin) di 32’yemîn salvegera şehadeta xwe de bi çalakiyan hat bîranîn.

BEDLÎS

Hozan Mizgîn li ser gora xwe ya li Goristana Karşiyaka ya navçeya Tetwanê hat bibîranîn.

Parlamenterê DEM Partiyê yê Bedlîsê Huseyîn Olan, rêxistina DEM Partiyê ya Bedlîs û navçeya Tetwanê, Komeleya Çand û Hunerê ya Serhatê beşdarî bîranînê bûn. Bîranîn bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdên azadiya Kurdistanê destpê kir û ji bo şehîdan dua hatin xwendin.

AMED

Koma Muzîkê ya Jin Ma ji bo bîranîna Hozan Mizgîn li Şanoya Bajêr a Amedê ya navçeya Peyasê konser da. Hevşaredarên Amedê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Hevşaredara Bajarê Nû Safiye Akdag, Hevşaredara Sûrê Gulan Onkol, Hevşaredara Rêzanê Leyla Ayaz û endamên meclîsa şaredariyê û  Tevgera Jinên Azad tevlî bîranînê bûn.

Di bîranînê de rêvebera Komeleya Çand, Huner û Wêjeya Jinê (KASED) Salîha Ayata axivî, bal kişand ser girîngiya Hozan Mizgîn a di têkoşîna jinan de û got, "Hozan Mizgîn jineke ku xeyalên xwe pêk anî bû."

Aktîvîsta TJA'yê Mekiye Ormancî got, "Heval Mizgîn di serdemeke ku hebûna Kurdan dihat înkarkirin de got 'hûn xelet in' û vê yekê bi muzîk û hunera xwe nîşan da. Bi afirîneriya Xwedawendan bêyî ku sînorên dem û mekanê nas bike afirand."

‘BÛ RONAHIYA ÇAND Û HUNERA KURD'

Mekiye Ormancî diyar kir ku Hozan Mizgîn di serdema ku çanda Kurdî hatibû qedexekirin de muzîk çêkiriye û wiha berdewam kir: “Ew bû ronahiya çand û hunera Kurd. Rêbertiyê got, yên têdikoşin  xweşik dibin, yên xweşik dibin jî tên hezkirin. Xwedawenda me Hozan Mizgîn her tim dihat hezkirin. Em niha bi qirkirinê re rû bi rû ne. Dema ku em li têkoşîna Hozan Mizgîn a wê demê binêrin, bê em ê çawa têbikoşin baştir fêm dikin. Em ê  her tim şopdarê têkoşîna Hozan Mizgîn bin.”

Piştî axaftinan bîranîn bi konsera Koma Muzîkê ya Jin Ma dewam kir.