Li Îzmîrê Jîn Art Huner hat vekirin

Li Îzmîrê bi coşekî mezin ji bo jinan Jîn Art Huner hat vekirin.

JÎN ART HUNER

Jîn Art Huner ku wê li Îzmîrê xebatên Çand û Hunerê bimeşîne, hat vekirin. Dayikên Aştiyê, Tevgera Jinên Azad (TJA), Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokraisyê ya Gelan (DEM Partî) Burcugul Çubuk û Mahmut Dundar, Mor Solidarity, Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê (SES), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz  (OHD), gelek rêxistinên saziyên sivîl û welatî di vekirinê de Jîn Art Huner de cih girtin. 

Di merasîma vekirinê de berxwedêra Nobeda Edaletê Hanîfe Gumuş axivî û diyar kir ku ew dixwazin îro bibe roja aştiyê û got, "Hêvîdar im zarokên me ji wan hucreyan bên derxisitn. Nexweşên me baş bibin û bi saxî ji girtîgehê derdikevin. Bila ev zilm bi dawî bibe. "

Piştre girse derbasî salona konserê ya li avahiyê bû. Beriya konserê ku ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hat girtin û sînevîzyona li ser jiyana Hozan Mizgîn ku vekirin diyarî wê hat kirin, hate nîşandan.

Piştî sînevîzyonê ji bo kesên ku ked dane vekirina Jîn Art Hunerê plaket hatin dayîn.

Bername bi stranên Hozan Hogir û Koma Agirê Zerdeşt bi dawî bû.