Dagirkeran li Minbicê 200 hektar û 3 hezar darên zeytûnan şewitandin
Li Minbicê di encama topbarana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de 200 hektar erd û 3 hezar darên zeytûnan şewitandin.
Li Minbicê di encama topbarana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de 200 hektar erd û 3 hezar darên zeytûnan şewitandin.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên DAÎŞ’ê danê vê sibehê saet di navbera 02.00-05.00’an de zeviyên çandiniyê yên ji gundê El Ulşli yê dikeve rojavayê Minbicê heta gundê El Boxazê şewitandin. Ji ber ku şewat bi lez belav bû, gelek zeviyên çandiniyê zirar dîtin.
Li gorî xwediyên zeviyên wan şewitîn, 200 hektar erd û nêzî 3 hezar darên zeytûnan şewitandin.