Hozan Mizgîn li Kolnê hat bibîranîn: Bi çanda ku afirand bandorek mezin çêkir
TEV-ÇAND’ê 32’yemîn salvegera şehadeta pêşenga hunera şoreşgerî ya Kurdistanê Hozan Mizgîn bi bîr anî û destnîşan kir ku ew ê layiqî xeta berxwedanê ya Hozan Mizgîn bin.
TEV-ÇAND’ê 32’yemîn salvegera şehadeta pêşenga hunera şoreşgerî ya Kurdistanê Hozan Mizgîn bi bîr anî û destnîşan kir ku ew ê layiqî xeta berxwedanê ya Hozan Mizgîn bin.
Fermandara ARGK'ê Hozan Mizgîn (Gurbet Aydin) ku yek ji kadroyên pêşeng ên xebatên hunerî yên Kurdistanê ye, di sala 1992'an de li navçeya Tetwan a Bedlîsê di pevçûnekê de şehîd bû. Bi boneya 32’yemîn salvegera şehadeta Hozan Mizgîn ku di xebatên leşkerî û siyasî û bi taybet rêxistina hunerî de di nava refên têkoşîna azadiyê de pêşeng bû, li gelek deverên Kurdistan û Ewropayê çalakiyên bîranînê tên lidarxistin. Li bajarê Koln ê Elmanyayê bi boneya salvegera şehadeta Hozan Mizgîn çalakiya bîranînê hate lidarxistin.
Nûnerên Navenda Civaka Kurd a Demokratîk, hunermendên TEV-ÇAND'ê, malbatên şehîdan û gelek Kurdistanî beşdarî bîranînê ya ji aliyê TEV-ÇAND'ê ve hat lidarxistin bûn. Bernameya bîranînê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir û bi Koroya Zarokan berdewam kir.
'HUNERMENDÊN TEV-ÇAND WÊ XWEDÎ LI XETA HOZAN MIZGIN Û HOZAN SEFKANAN DERKEVIN'
Piştî konsera koroyê li ser navê TEV-ÇAND'ê Dîrok Diyar axaftinek kir. Dîrok Diyar di axaftina xwe de wiha got: “Bêguman dema ku em hevalên xwe yên ji bo me bûne dîrok, bi bîranînên xwe rêya me ronî kirine û bûne sedema serkeftinên mezin bi bîr tînin. Em wan di dilê xwe de hîs dikin. Xebatên hunerî yên ku heta roja îro li Koma Berxwedan, Awazên Çiya, Rojava, Başûr û Bakur berdewam dikin, li ser vê xetê ne. Bi berxwedana xwe bûne pêşengên me. Xeta ku wan hiştiye bi heman awayî didome. Heval Mizgîn sembolek pir watedar e. Heval Mizgîn nîşaneya rêya azadiyê ye. Gelek hevalên me yên weke Heval Sefkan, Heval Berçem, Heval Şîlan bûne nûnerên vê xetê. Ji bo ku em bigihîjin îdealên wan divê em vê xetê bidomînin. Divê em mizgîniya azadiyê bi serketineke mezin bidin wan. Dengê wan hîn di guhê her kesî de ye û germahiya wan di dilê her kesî de ye. Li Cizîra Botan heval Bêrîvan, li Êlihê jî heval Mizgîn e. Ev cihên pîroz in. Mirov li vir sozan dide û biryarê dide. Nirxên mirovî li cihên ku lê dimînin di asta herî jor de ne. Ji ber vê em weke hunermendên TEV-ÇAND'ê soza xwedîderketina vê xetê didin. Ev xet berxwedan e. Hem hunermendên li vir û hem jî hemû hunermendên li derve em ê piştgiriyê bidin xeta heval Mizgîn, heval Sefkan. Ev peywireke li ser milê me ye. Divê em peywira xwe pêk bînin.”
Piştî axaftinê Hozan Comerd, Zozan Zûdem, KOMAW Elî, Bermal Çem û Memo Gul derketin ser dikê û bi stranên xwe Hozan Mizgîn bi bîr anîn.
Hunermend Xelîl Xemgîn ku piştî konsera muzîkê derket ser dikê, behsa Hozan Mizgîn kir. Xelîl Xemgîn ku bi bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê dest bi axaftina xwe kir û wiha axivî: Kevneşopiya me ya têkoşînê jî diyar dike ku şehîdên me nemir in. Em ji bo xeta ku dişopînin, dilsoziya wan, jiyana wan, têkoşîn û armancên wan de çiqasî dijwar têdikoşin? Em çiqasî li ser riya ku wan vekiriye dimeşin? Em çiqas layiqê wan şehîdan in? Em heta çi radeyê kar, kesayet û jiyana xwe li gorî rê û armancên wan birêxistin dikin? Bi saya şoreşê gelê me her tim şehîdên xwe bi bîr tîne û xwedî li bîranînên wan drdikeve. Gelê me bi hemû xwe xwedî li nirxên ku afirandine derdikeve."
'BI ÇANDA KU AFIRAND BANDOREK MEZIN KIR'
Xemgîn di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser dilsoziya Hozan Mizgîn a ji bo Tevgera Azadiyê, helwesta wê ya Kurdistanî û jiyana wê û wiha domand: “Dema destpêkê xebatên çand û hunerê dest pê kirin, her tişt ji nû ve dihat avakirin. Rêxistin, damezrandina saziyan, her tişt nû bû. Di van qonaxên damezrandinê de hem îdeolojî û hem jî fikir, bi gotineke din her tişt bi hişmendî ava bû. Ev hişmendî di hemû xebatan de hebû. Kesên ku di wê demê de beşdarî xebatên damezrînerî bûyî bêguman kesên cuda bûn. Ew kesên xwedî hêza nûnertiyê bûn. Heval Mizgîn jî yek ji wan bû. Heval Çiya hebû. Heval Çiya jî di avakirina xebatên çand û hunerî de kedek mezin da. Hevalê Sefkan pêşengê van xebatan bû. Yên van saziyan ava kirin û xebat meşandin, van hevalan bûn. Em îro Heval Mizgîn bi bîr tînin. Em van hevalan jî di şexsê wê de bi bîr tînin. Vegotina Heval Mizgîn zehmet e. Keçeke Kurd xwe pêşxist û bandor li mirovan kir... Di rêxistinî, huner û çandê de... Bi çanda ku afirand bandorek mezin çêkir. Bi deng û ruhê xwe bandor li mirovan kir. Bandor li me hemûyan kir. Bi kesayeta xwe dişibiya Şehîd Sefkan. Dema ku min Heval Mizgîn nas kir, min di Heval Mizgîn de temsîliyeta nû ya jina azad wê çawa be, helwesta wêjeyî ya jina Kurd wê çawa be dît. Têkiliyên wê yên bi mirovan re jî wisa bûn. Bi malbatên me yên li vir re jî heman têkiliya wê hebû. Ez şahidê têkilî û hevaltiya wê me. Her tim tunebûna Mizgîn hîs dikim. Her kes dixwaze weke wê bibe şervan, weke wê bibe hunermend. Kesên bi kesayetiya wê pir kêm in."
Piştî axaftina Xelîl Xemgîn sînevîzyona li ser jiyana têkoşînê ya Hozan Mizgîn hate pêşandan. Çalakiya bîranînê piştî konsera muzîkê ya hunermend Bengî Agirî, Narînxan û Dilara bi dawî bû.