Jinên Kurd li dijî tecrîdê name ji CPT’ê re şandin

Jinên Kurd ên li Elmanyayê, li dijî tecrîda li Îmraliyê kampanyaya şandina nameyan a ji CPT’ê re didomînin.

JI CPT’Ê RE NAMEYA ‘ÎMRALIYÊ’

Meclîsên jinan ên li bajarên Offenbach, Hanaû û Frankfûrt ên Elmanyayê, li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kampanyaya şandina nameyan a ji CPT’ê re, didomînin.

Jin li ber Postxaneya Hanaû’yê hatin ba hev û bi sedan nameyên din jî posta kirin.

Di daxuyaniya hatî dayîn de, wiha hate gotin: “Kampanyaya ku weke YJK-E hatî destpêkirin, heta encam werdigire wê bidome.”