Lêgerîna edaletê ya Emîne Şenyaşar di roja 100’an de ye

Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar di roja 100’an de li pêşiya Wezareta Edaletê dewam kir. Parlementer Mîthat Sancar ku serdana Emîne Şenyaşar kir got, “Em deng bidin vê qîrînê û bi hev re vê rewşê rawestînin.”

EMÎNE ŞENYAŞAR

Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar ku hevjîn û du kurên wê di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê ji aliyê parastvan û xizmên parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatibûn qetikirin, ket roja 100’an. Dayikên Aştiyê ji Stenbolê, Parlementerê DEM Partî yê Rihayê Mîthat Sancar, Parlementerê Îdirê Yilmaz Hun, Rêxistina DEM Partiyê ya Enqereyê û Kolektîfa Demokrasiya Sosyalîst (SOLDER) serdana Emîne Şenyaşar kirin.

Dayika Aştiyê Fînce Akman mafê axaftinê girt û wiha got: “Dayika Emîne ev çend sal in li kolanan nobet digire. Wijdaneke çawa di we de heye? Di komkujiyê de 3 kes hat qetilkirin, we kurê wê jî avêt zîndanê. Ev dayik dixwaze kurê wê bê berdan. Heq, hiqûq, edalet dixwaze. Dema ev dayika Emîne di nûçeyan de dibînin ne rehet in. Lewma em Dayikên Aştiyê hatin vir, em edaletê dixwazin. Weke hûn jî dizanin ev 3 sal in em li Stenbolê Nobeta Edaletê digirin. Em agahî ji zarokên xwe nagirin. Em tenê edaletê dixwazin, zarokên xwe dixwazin. Em ne Kurdên berê ne, em ê heta dilopa xwîna xwe ya dawî li pey zarokên xwe bin.”

Parlementer Mîthat Sancar jî destnîşan kir ku têkoşîna Emîne Şenyaşar têkoşîna edaletê ye û wiha got: “Dayika Emîne bi sekna xwe ya li vir peyamên girîng dide welat. 6 sal in li dijî neheqî û zilmê edaletê digere. Îro dibe 100 roj li pêşiya Wezareta Edaletê nobetê digire. Ne tenê ji bo xwe ji bo her kesî edaletê dixwaze. Em deng bidin vê qîrinê û bi hev re vê rewşê rawestînin. Ev deng wê teqez bigihe encamê, wê teqez edalet pêk were.”

 

Her wiha Sevînç Çakir ku kurê wê piştî hewldana derbeya 15’ê Tîrmeha 2016’an hat girtin, ji Emîne Şenyaşar bandor bû û çalakiya xwe ya rûniştinê ya li ber Wezareta Edaletê ku dabû destpêkirin di roja 23’an de berdewam kir.