Dadgeha Elmanyayê piştgirî da sansura Facebookê ya li ser Kurdan!

Akademîsyen Kerem Schamberger ji ber ku li ser facebookê qedexeya li ser PKK’ê rexne kiribû, facebookê hesabê wî girtibû. Schamberger doz li facebookê vekir û dadgehê heq da sansura facebookê.

Tora medyaya civakî facebook di demên dawîn de ji ber hevkariya bi Erdogan re, sembol û şîroveyên li ser têkoşîna azadiyê ya Kurdan sansur dike û kesên ku tiştên wisa belav dikin jî, hesabê wan digire.

Kerem Schamberger ê ku di beşa ragihandinê ya zanîngeha Munîhê de akademîsyen e, sala borî di meha Mijdarê de li ser qedexeya li ser PKK’ê di facebookê de tiştek belav kiribû. Vê parvekirina Schamberger ji aliyê facebookê hatibû rakirin û hesabê wî jî demeke dirêj girtî mabû.

Schamberger bi rêya parêzerên xwe li facebookê doz vekiribû.

Dadgeha îdarî ya Munîhê biryara dozê da û diyar kir ku jêbirina parvekirinê û betalkirina hesabê Schamberger ‘li gorî zagonan e’ Dadgehê diyar kir ku ‘PKK rêxistineke qedexe ye û ev parvekirin jî tê wateya propagandaya PKK’ê’

Schamberger diyar kir ku li Elmanyayê dema rastgirên tund li ser facebookê hekaratê li serokwezîr Merkel dike, dadgeh biryarên cihê dide û diyar dike ku ev tişt azadiya fikrê ye. Lê dema ku ya min be, dibêjin ku ‘alîkariyê dide terorîzmê’

Schamberger diyar kir ku wê careke din dozê li dadgehê veke û li hemberî sansura facebookê wê heta dawiyê mafên xwe yên zagonî bi kar bîne.