DAÎŞ’iyê li Elmanya girtî, keça Êzidî bi ‘hovane’ qetil kiriye

Çeteyê DAÎŞ’î yê li Elmanya girtî, bi sûcên qetilkirina zarokeke keç a Êzidî bi awayekî bê ku xwarin û av bide yê, dîsa bi qirkirin û sûcên dij mirovahiyê hate sûcdarkirin.

Li gorî daxuyaniya ji aliyê dozgeriya federal ve hate kirin, endamekî DAÎŞ’ê yê Iraqî, sûcê li ser hatine piştrastkirin.

Li gorî daxuyaniyên çapemeniyê, DAÎŞ’iyê mijara gotin bi sûcê zarokeke keç a Êzidî ‘Bi awayekî hovane’ terkî mirinê kiriye hate sûcdarkirin.

BI QIRKIRINÊ TÊ SÛCDARKIRIN

Her wiha çete li gel cînahetê bi sûcê ‘qirkirin, li dijî mirovan sûc kirin û sûcên şer’ tê sûcdarkirin

Kesê bi Taha A.-J tê naskirin, jin Nîsana 20192an ve li Munîhê hevjîna Jennîfer W. ê ji heman dozê tê darezandine.

Bi destpêkirina vê dozê re, têkildarî rewşa Êzidiyan weke pêvajoyeke yekem a cîhanê hate girtina dest. Êzidî 3’yê Tebaxa 2014’an li Şengalê bi qirkirina çeteyên DAÎŞ’ê re rû bi rû mabûn, bi hezaran kes hatibin revandin, hatibûn qetilkirin, êşkencekirin û di bazaran de mîna amûra cinsî hatibûn girtin.

LI JÊR GERMAHIYA 50’Î PILEYÎ BI ŞIBAKEYÊ VE GIRÊDA Û BI ‘HOVANE’ QEIL KIRIBÛ

Li gorî îdanameyê çeteyê bi navê Taha A.-J piştî Adara 2013’an tevlî DAÎŞ’ê bû û şûnde ‘di nava komeke Êzidî ji bo tinekirina çand û civaka Êzidî yek jê jin û zarokeke keç a 5 salî kirîbû.” Hate ragihandin ku li gel sînordarkirina xwarin û vexwarinê ya ji bo jin û zarokê û zext li wan dike ku bibin misilman.

Dozgeriyê anî ziman ku endamê çete yê Adara 2019’an li Yewnanistanê hate girtin û Cotmeha 2019’an û vir ve li Elmanyayê girtî, zaroka keç a Êzidî bi şibakeyê ve girêda û li jêr germahiya 50 pileyî bê parstin û bi awayekî ‘hovane’ terkî mirinê dike.