Ciwanên Swîsreyî destek dan Kocak: Tecrîd nayê pejirandin

Ciwanên Swîsreyî serdana Koçak ê li Cenevreyê di grevê de ye kir, diyar kirin ku tecrîda li ser Ocalan ew jî napejirînin. Ciwanan destnîşan kirin ku divê piştgirî bê mezinkirin.

Berxwedana Memet Alî Koçak ji 20’ê Sibatê ve li bajarê Cenevre ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgirîkirian grevên birçîbûnê ketibû grevê di roja 31’ê de didome.

Akademîsyen, mamostayên zanîngeha Cenevre di nav de komeke endamên derdor ên alternatîf ên Swîsreyî serdana Koçak ê li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Cenevreyê çalakiya xwe didomîne kirin.

Ciwanan diyar kir ku piştevaniya grevên birçîbûnê dikin û ji Koçak di derbarê tecrîda li ser Ocalan û qonaxa ku grevên birçîbûnê gihiştiyê agahî girtin.

Koçak anî ziman ku rewşa berxwedêrên grevê di serî de rewşa Leyla Guven û gelek çalakvanên li derverên cuda di asta krîtîkê de ye, tevî vê jî hê jî civaka navneteweyî û saziyên berpirs bêdnegin. Koçak diyar kir ku tecrîda li ser Ocalan ne tenê ji bo Kurdan heman demê ji bo hemû mirovahiyê pirsgirêkeke mezin e û got: “Şikandina tecrîda li ser Ocalan erkê her kesê ye. Tecrîd sûcê mirovahiyê ye çawa dibe li hemberî wê bêdeng dibin.Dibe dewlet li ber vê bêdeng bibin, lê gel em bibin yek û têbikoşin em ê dewletê neçarî tevgerkirinê bikin.”

Li ser navê ciwanan jî axaftin hate kirin û diyar kirin ku ji nêz ve Ocalan dişopînin û felsefeya Ocalan ji bo wan jî xwedî nirx û wate ye. Ciwanan ev tişt got: “Berxwedana grevên birçîbûnê yên ji bo şikandina tecrîdê xwedî wateyeke dîrokî ye. Tecrîda li ser Ocalan em jî napejirînin. Her kes dizane ku Kurd di mijara parastina nirxên demokrasiyê ya li hermê xwedî cihe. Meşa me ya bi gelê Kurd re a ji bo şikandina tecrîdê w bidome.