Ciwanên Kurd wê 5’ê Kanûnê li Stûttagarê bimeşin

Tevgera Ciwanên Kurd (TCŞ) ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê 5’ê Kanûnê bi ciwanên enternasyonalîst re li Stûttgartê bi meşin.

Tevgera Ciwanên Şoreşger (CTŞ) bi gotina; ‘Ji azadiya Rêber Apo, rizgariya Kurdistanê û avakirina modernîteya demokratîk bê navber kar dikin.’ ji bo meşa 5’ê Kanûnê banga tevlîbûnê kir.

TCŞ a bang li ciwanên gelemperiya Elmanya kir, vê çalakiyê di çaçoveya pêngava ‘Bi Hev Re Serhildan’ lidar dixe.

Tevgera Ciwanên Şoreşger û Tevgera Jinên Ciwan ên Têkoşer ragihand ku wê 5’ê Kanûnê ji Stûttgartê bigire heta gelemperiya welat bi çalakiyên xwe yên mezin wê carekî din vîna xwe ya azad derbixin holê.

Ciwanan got: “Têkoşîna azadiya me têkoşîna azadiya Rêber Apo ye. Em ciwan ji şoreşê natirsin, ji bo siberojê xeyalên me yên mezin hene. Berxwedana me nasnameya Kurd, rola civakî ya jin û jiyanek azad ji nû ve ava kir. Di çalakiyên çend mehên dawî de ev encam derketin holê. Eniyên li dijî faşîzma Tirk her diçe mezin û berfireh dibe, weke tevgerekî demokratîk û azad a li Rojhilata Navîn, her ku diçe rola me zêdetir û rewa dibe. Em ê bi tevgera Rêber Apo, sekin û sebra wî serhildan xwe bi serketinê encam bikin. Ti demê bi qasî niha em nêzî azadiyê nebûne. Ji bo vê weke tevgerekî ciwanan a li Ewropayê em ê çalakiyên xwe bi hêz bikin. Ji azadiya Rêber Apo, rizgariya Kurdistanê û avakirina modernîteya demokratîk bê navber kar dikin.

Ji bo azadiya Rêber Apo bang li hem ciwanên Kurd û enternasyonalîst dikin ku tevlî meşa 5’ê Kanûnê ya li Stattgart a gelemperiya welat bibin.”