Ciwanên Kurd li Stûttgartê meşiyan

Li bajarê Stûttgartê yê Elmanyayê bi sedan ciwan li hev kom bûn û ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan.

Tevgerên jin û ciwanan ên li Ewropayê bi pêşengiya TCŞ û TEKO-JIN’ê li Laûtengerstera Stûttgartê meşek lidarxistin. Meş bi şîara ‘Ji bo azadiya Rêber Apo, bi hev re serhildan’ hate kirin.

Di korteja pêş a meşê de pankarta ‘Dawî li tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê bîne, bi hev re serhildan’ hate vekirin û posterekî mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate hildan.